Bîlançoya êrişên dewleta Tirk: 2 kesan jiyana xwe dest da, 11 birindar bûn

 Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên sibê ve, navçeyên Til Temir, Zirgan, Şera, Şêrawa û Til Rifetê bi dijwarî topbaran kirin. Di encamê de welatiyek şehîd bû û 9 din birîndar bûn. Her wiha endamekî hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 2 din jî birîndar bûn.

Bîlançoya êrişên dewleta Tirk: 2 kesan jiyana xwe dest da, 11 birindar bûn
Bîlançoya êrişên dewleta Tirk: 2 kesan jiyana xwe dest da, 11 birindar bûn
Bîlançoya êrişên dewleta Tirk: 2 kesan jiyana xwe dest da, 11 birindar bûn
Bîlançoya êrişên dewleta Tirk: 2 kesan jiyana xwe dest da, 11 birindar bûn
Bîlançoya êrişên dewleta Tirk: 2 kesan jiyana xwe dest da, 11 birindar bûn
Bîlançoya êrişên dewleta Tirk: 2 kesan jiyana xwe dest da, 11 birindar bûn
Bîlançoya êrişên dewleta Tirk: 2 kesan jiyana xwe dest da, 11 birindar bûn
Bîlançoya êrişên dewleta Tirk: 2 kesan jiyana xwe dest da, 11 birindar bûn
24 tîrmeh, 2022   14:40
NAVENDAN NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên sibê ve, gundewarê bakur û rojavayê navçeyên Til Temir topbaran kir, di encamê de welatiyê bi navê Îbrahîm Eyûş şehîd bû û 5 din; Fayiz Mehmûd El-Xidir, Ferhan Elo, Wedha Cacan Bû Emrû, Racha Yasîn Menîtî yên ji gundên bakurê navçeya Til Temirê birîndar bûn. Navê birîndarê pêncan nehat zanîn.

Hêzên dagirker gundên Til Şenan ê dikve bakurê rojavayê navenda navçeya Til Temirê, gundê Dirdara yê dikeve bakurê navnda navçeyê, gundê Mecbîra yê li ser rêya Til Temir û Qamişlo û derdora baregeha Rûsyayê topbaran kirin.

Her wiha gundên Siker El-Ihêmer, Til Cuma, Til Tewîl, Xêbiş, Tewîla, Deşîşa, Qeser Tûma Yelda yên dikevin rojavayê navenda navçeyê û mezereya di navbera navenda navçeyê û gundê Til Cuma jî hatin topbarankirin.

ZIRGAN

Li navçeya Zirganê jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Esediye, Til Emîr, Mişêrfe yên bakurê navçeyê topbaran kirin. Di encamê de leşkerê hêzên hikumeta Şamê yê bi navê Mehmûd Xezîb jiyana xwe ji dest û 5 welatî birîndar bûn, di nav de 2 zarok û bavê wan hene. Navê birîndaran wiha ye; Mihemed Qasim (20), Mueyed Abdullah (32), Mihemed Mueyed Abdullah (7) û Teysîr Mueyed Abdullah (5).

ŞERA Û ŞÊRAWA

Di topbarana li ser gundên navçeyên Şera û Şêrawayê de, 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Gundên hatine topbarankirin ev in: Malikiye, Şewarxa, Tineb, Enab, Kelaha Şewarxa, derdora nuqteya leşkerî ya Rûsyayê li navçeya Şera, Aqîbê, Ziyaret û Bênê yên navçeya Şêrawa.

TIL RIFET

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi 10 topan Til Rifet topbaran kir. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

(şx)

ANHA