Welatiyê di topbarana dagirkeran de birîndar bûye: Êrişan rawestînin!

Welatiyê ku di topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Deşîşe yê Til Temirê de birîndar bûye, diyar kir ku ne mirov, ne kevir, ne jî ajal ji topbaranê filitîn û got: “Ez bi parçeyên topan di destê xwe de birîndar bûm, seriyên pezê min jî telef û birîndar bûn.”

Welatiyê di topbarana dagirkeran de birîndar bûye: Êrişan rawestînin!
24 tîrmeh, 2022   12:57
HESEKÊ

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji seatên sibehê ve navenda navçeya Zirganê ya kantona Hesekê û gundewarên bakurê navçeyê, her wiha gundewarên rojava û bakurê navçeya Til Temir topbaran dike.

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî navçeya Zirgan û gundewarên wê de, leşkerekî hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 4 kesên din di nav de 2 zarok û bavê wan birîndar bûn. Her wiha di topbarana li djjî gundewarên Til Temirê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 5 welatiyên din di nav de 2 jin, birîndar bûn.

Fayiz Mehmûd El-Xidir (25) yek ji birîndarên topbarana dewleta Tirk a li dijî gundê Deşîşe yê rojavayî Til Temirê ye, dema ku li qiraxên çemê Xabûrê yê nêzî gund pezê xwe diçêrand birîndar bû.

Fayiz Mehmûd El-Xidir ku ji Nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê ji ajansa me re axivî, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji seatên sibehê ve gundewarên Til Temir da ber topan, her wiha gundên Til Tewîl û Deşîşe bi dijwarî topbaran kirin û di encamê de ew di destê xwe birîndar bû û hin seriyên pezê wî telef bûn, hinek jî birîndar bûn.

El-Xidir destnîşan kir ku veguhestin Nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê. Her wiha anî ziman ku dewleta Tirk bi domdarî herêmê topbaran dike, ne mirov, ne kevir, ne jî ajal ji topbaranê difilitin.

El-Xidir bang li aliyên navnetewyî kir ku destwerdanê bikin û êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye rawestînin.

(dm)

ANHA