Şêniyên Eyn Îsa li pêşiya baregeha Rûsyayê çalakiyeke protestoyî li dar xist

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa li pêşiya baregeha Rûsyayê ji bo şermezarkirina êrişên dewetla Tirk a dagirker li dijî herêmên wan û bêdengiya Rûsyayê li hemberê, çalaliyeke protestoyî li dar xist.

Şêniyên Eyn Îsa li pêşiya baregeha Rûsyayê çalakiyeke protestoyî li dar xist
Şêniyên Eyn Îsa li pêşiya baregeha Rûsyayê çalakiyeke protestoyî li dar xist
Şêniyên Eyn Îsa li pêşiya baregeha Rûsyayê çalakiyeke protestoyî li dar xist
Şêniyên Eyn Îsa li pêşiya baregeha Rûsyayê çalakiyeke protestoyî li dar xist
Şêniyên Eyn Îsa li pêşiya baregeha Rûsyayê çalakiyeke protestoyî li dar xist
Şêniyên Eyn Îsa li pêşiya baregeha Rûsyayê çalakiyeke protestoyî li dar xist
Şêniyên Eyn Îsa li pêşiya baregeha Rûsyayê çalakiyeke protestoyî li dar xist
Şêniyên Eyn Îsa li pêşiya baregeha Rûsyayê çalakiyeke protestoyî li dar xist
24 tîrmeh, 2022   13:31
EYN ÎSA

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa li pêşiya mizgefta mezin a li navçeyê kom bûn û heta baregeha Rûsyayê meşiyan.

Li pêşiya baregehê ku li rojhilatê navçeyê ye, şêniyan çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Welatiyê bi navê Hemûd El-Ismaîl ê ji navçeyê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku ew li dijî berdewamkirina topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û bêdengiya Rûsyayê li hemberê çalakî li dar xist.

Piştre şandeyeke ku ji cîgirê hevserokatiya Girê Spî Sebrî Nebo û kesayetên êlo derbasî baregehê bûn û hevdîtin bi efserên rûs re pêk anî.

Têkildarî hevdîtinê Sebrî Nebo got efserên rûs soz daye wan ku êrişan rawestînin û nehêlin ku dubare bibin.

Piştî lihevkirina Soçî di 22`yê  Cotmeha 2019`an hêzên Rûsya û hikumeta Şamê li seranserî eniyên bi dewleta Tirk re belav bûn da ku çavdêriya agirbestê û parastina sivîlan li herêmê bikin. Lê dewleta Tirk a dagirker bi sedan caran lihevkirin binpê kir ku di encamê de zirarên madî û mirovî çêbûn. Ji dîroka lihevkirinê ve  li gundewarê Girê Spî û navçeya Eyn Îsa 23 welatî şehîd bûn û 72 jî birîndar bûn. Di nav de 41 zarok hene. Her wiha 113 mal ji ber topbaranê wêran bûn.

(şx)

ANHA