Kongra Star hedefgirtina sê fermandarên jin şermezar kir û soza tolhildanê da

Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê hedefgirtina sê fermandarên YPJ`ê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û Komkujiya Zaxoyê şermezar kir û soza tolhildanê da.

 Kongra Star hedefgirtina sê fermandarên jin şermezar kir û soza tolhildanê da
24 tîrmeh, 2022   11:10
KOBANÊ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûnên gel û aliyên siyasî yên li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê berdewam dikin.

Di vê derbarê de, Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk jinên azad û pêşeng ên Şoreşa Rojava ku bi têkoşîna xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên piştgiriyê ji dewleta Tirk a dagirker digirin, deng vedaye, hedef digire.

Dewleta Tirk a dagirker her sê pêşengên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ); fermandara Yekîneyên Antî-Teror (YAT) Jiyan Tolhildan, Fermandara YPJ Roj Xabûr û şervana YAT`ê Barîn Botan, roja Înê 22’yê Tîrmehê li ser rêya Qamişlo şehîd xistin.

Têkildarî mijarê, Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyek da. Endama Koordînasyona Kongra Star Mizgîn Xelîl li Qada Jina azad a li naverasta Kobanê bi beşdariya bi dehan endamên Kongra Star, endamên rêvebr ên sazî û desteyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Piştî têkbirina DAIŞ’ê, dewleta Tirk a dagirker rasterast vîna gelên herêmê bi taybet a jinên azad hedef girt û sûcên xwe bi hovîtiyeke ji ya DAIŞ’ê mezintir pêk anî."

Koordînasyonê her wiha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li gel bêdengiya navneteweyî sûcên xwe yên li herêmê rewa dike û ev yek weke hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re îsbat dike.

Koordînasyonê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmê û ev tişt got: "Berî çend rojan balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk herêmên Zaxo, Qamişlo û Kobanê bombebaran kirin. Di hedefgirtina dawî de jî 3 têkoşerên jin ên di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de xwedî têkoşîneke mezin bûn, şehîd bûn.

Di 20’ê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker li navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê komkujiyek pêk anîbû û navenda geştiyariyê bomberdûman kiribû û di encamê de 9 kes hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûn.

Koordînasyona Kongra Star soza şopandina rêya hemû şehîdan da û bang li hemû jinan kir ku li dijî faşîzma Tirk têkoşînê bilind bikin, xwe û gel li gorî prensîba şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin û tola şehîdan hilînin.

ANHA