Meclisên malbatên şehîdan Komkujiya Zaxo şermezar kir

Meclisên malbatên şehîdan ên Minbic, Dêrik û Reqa bi daxuyaniyên cuda dewleta Tirk a dagirker ku komkujiya Saxoyê pêk aniye şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku bi gelên herêmê re hevgirtî bin û rê li pêşiya sûcên dagirkeriya Tirk bigirin. Li aliyekî din Partiya Sûriya Pêşerojê ya Şehba li dijî komkujiyê, çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Meclisên malbatên şehîdan Komkujiya Zaxo şermezar kir
Meclisên malbatên şehîdan Komkujiya Zaxo şermezar kir
Meclisên malbatên şehîdan Komkujiya Zaxo şermezar kir
Meclisên malbatên şehîdan Komkujiya Zaxo şermezar kir
23 tîrmeh, 2022   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Dagirekriya Tirk li parêzgeha Zaxo ya Başûrê Kurdistanê seyrangehek topbaran kir. Di encamê de gelek kes hatin qetilkirin û birîndar bûn. Hemwextî wê, êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina welatiyan berdewam in.

MINBIC

Di vî warî de Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê daxuyaniyek da raya giştî.  Daxuyanî bi beşdarbûna endamên meclisê li ber avahiya meclisê ve hate dayîn. Endamê meclisê Mihemed El-Şêx daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de dewleta Tirk a dagirker a komkujiya Zaxo pêk aniye hate şermezarkirin. Her wiha hate gotin ku armanc ji van êrişan koçberkirina gelan, têkbirina ewlehiya herêmê ye û piştevaniya komên çete ne da ku planên wê yên dagirkirinê pê bîne.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku bi gelên herêmê re hevgirtî bin, sûcên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê bigirin rawestînin û qada hewayê ya herêmê bigirin da ku hemû cureyên dagirkeriya hovane li dijî gelê Sûriyê û Iraqê bê rawestandin.

DÊRIK

Li Dêrikê bi heman mebestê Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên saziyên civaka sivîl li navçeyê daxuyanî da. Endamê meclisê Mihemed Şerîf xwend.

Di daxuyaniyê de meclisê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji êrişan armanc dike şoreşa li herêmê têk bibe ku di 10 salan de gelek destkeftî bi dest xistin û cudahiyê naxe navbera pêkhateyan de û hemû welatiyan dike hedef.

Meclisê îşaretê pêk kir ku dagirkeriya Tirk çekên kîmyawî û yên qedexekirî bi kar tîne lê rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan bê deng in.

Di dawiyê de meclisê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku mudaxele bikin û sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin. Her wiha qada hewayî ya herêmê li ber balafirên Tirkiyê bigirin.

REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê jî bi daxuyaniyekê ku hevseroka meclisê Ibtîsam El-Ehmed xwendiye, komkujî şermezar kir û bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY û cîhanê kir ku li hember sûcên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê bisekinin û wê darizînin.

DÊRAZOR

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Dêrazorê li bajarokê Hecîn daxuyanî da. Hevserokê meclisê Rakan El-Ferîc daxuyanî xwend û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Sûriyê û Iraqê şermezar kirin û banga hesabxwestinê ji Tirkiyê kir.

ŞEHBA

Têkildarî heman mijarê, Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn û Şehba çalakiyeke protestoyî li navçeya Fafîn a kantona Şehba li dar xist.

Di çalaiyê de beşdaran pankartên “Rejîma Tirk kujerê zarok û jinan e”, “Civaka navneteweyî li ku ye?”, “Sûcdariya Erdogan li dijî gelê Sûriyê û Iraqê yek e”, “Em banga girtina qada hewayê, hesabxwestinê ji Tirkiyê dikin” û gelek pankartên hildan.

(şx)

ANHA