​​​​​​​Fuad Hisên: Ew herêma Tirkiyeyê li ser êriş pêk anî PKK lê nîne

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên ragihand ku li gorî belgeyan herêma ku Tirkiyeyê li Zaxo êriş kiriye li ser, PKK lê nîne.

​​​​​​​Fuad Hisên: Ew herêma Tirkiyeyê li ser êriş pêk anî PKK lê nîne
23 tîrmeh, 2022   13:18
NAVDNDA NÛÇEYAN

Civîna Parlamentoya Iraqê ya têkildarî komkujiya dewleta Tirk a li Zaxo ku têde 9 kes hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûn berdewam dike.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên û Wezîrê Parastinê yê Iraqê tevlî civînê bûne.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên ragihand ku li gorî belgeyan bi dest pisporê leşkerî yên Iraqê ketine êrişa li Zaxo ji aliyê Artêşa Tirk ve pêk hatiye û PKK lê nîne.

Hisên got: "Heta niha hikumeta Tirkiyê tu şîroveyên fermî yanî ji lêborîn pêşkêşî Iraqê nekiriye.''