​​​​​​​Li Kobanê merasîma oxirkirina 3 şehîdan

Bi hezaran şêniyên Kobanê şehîd Berxwedan Kobanê û şehîd Kendal Rojava bi merasîmeke biheybet oxir kirin û piştrast kir ku ew dê berxwedana li hember êriş û gefên dewleta Tirk berdewam bikin. Her wiha merasîma xiyabî ya şehîd Amara Tolhildan jî hate lidarxistin.

​​​​​​​Li Kobanê merasîma oxirkirina 3 şehîdan
23 tîrmeh, 2022   12:43
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle kom bûn da ku tev li merasîma oxirkirina şehîd Berxwedan Kobanê û şehîd Kendal Rojava bibin ku di encama hedefgirtina balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk de roja çarşemê şehîd bûbûn, her wiha merasîma xiyabî ya şehîd Amara Tolhildan ku di 2018'an de li Herêmên Parastina yên Medyayê şehîd bûbû, bibin.

Piştî rêzgirtinê ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şoreş Hesen destnîşan kir ku hemû şehîdên li Goristana Şehîd Dîcle, rêya şehîdên girtîgehê Amedê şopand, serî netewand û rê li ber dagirkeriyê û ji ber wê gihaştin asta şehadet.

Şoreş diyar kir ku armanca şehîdan azadî ye û divê hewl bidin ku bi hev re xewna şehîdan pêk bînin û got: “Gelê me têkoşer e û tu kes nikare bi rêya komkujiyan tune bike.”

Hevseroka meclisa navçeya Qeneyê Sûad Eldumer jî diyar kir ku piştî dewleta Tirk bi bin ket û erêkirina dewletan ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê negirt, êdî bi balafirên bêmirov êriş dike.

Sûad Eldumer got: “Îro em tevahî deyndarên şehîd Berxwedan û QSD'ê ne. Ji ber ku ne heke ew nebûna, dijmin dê herêmên me dagir bikirina.”

Sûad Eldumer di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku tu kes nikare wan tune bike, ji ber ku gel rêya berxwedanê û rêya şerê gel ê şoreşgerî hilbijart û êdî planên dijmin baş nas dikin.

‘EM Ê TOLA ŞEHÎDAN HILDIN’

Birayê şehîd Amara, Harûn Tolhildan jî got ew dê tola şehîdan hildin û dawiya sîstemê dewleta Tirk a faşîst dê li ser destê wan be. Harûn Tolhildan got bi ruhê berxwedana şehîdan û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ew bûn hêzeke mezin.

Harûn Tolhildan bang li gelê herêmê kir ku li ber xwe bidin û ruhê berxwedanê li hember her kesî ku dixwaze xaka wan dagir bike, nîşan bidin. Her wiha tenê berxwedan dê komployên wan têk bibe.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên şehîdan ber Goristana Şehîd Dîcle ve birin.

ANHA