​​​​​​​Gundên Til Temirê bi dijwarî tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Dirdara, Um Kêf, Qibor Qeracine, Şêx Elî û Eboş ên navçeya Til Temirê bi dijwarî topbaran dikin.

​​​​​​​Gundên Til Temirê bi dijwarî tên topbarankirin
23 tîrmeh, 2022   12:28
HESEKÊ

Li gorî agahiyên nûçegihanê ji herêmê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Um Kêf ê rojavayê Til Temirê û gundên Dirdara, Eboş, Qibor Qeracine û Şêx Elî yên bakurê navçeyê topbaran dikin.

Her wiha di encama topbarana bi çekên giran de zirarên madî bi mal û milkên welatiyan çêbûn.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji saetên sibehê ve gundên Til Temirê bi çekên giran tobparan dikin.

(fr)

ANHA