Hêzên hikumeta Şamê li Derayê fermandarekî "çekdarên berê" girt

Vê sibê dewriyeyên hêzên hikumeta Şamê girt ser maleke li bajarokê Yadode yê rojavayê Derayê ku tê de fermandarekî çekdarên herêmî yên berê hebû, di encamê de şer derket, kuştî û birîndar çêbûn.

Hêzên hikumeta Şamê li Derayê fermandarekî "çekdarên berê" girt
22 tîrmeh, 2022   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku dewriyeyên hêzên hikumeta Şamê vê sibê girt ser maleke li gundê Yadode yê rojavayê Derayê, ku tê de fermandarekî komên çekdar ên herêmî yên berê Hebû.

Di encamê de şer di navbera hêzên hikumeta Şamê, fermandar û kesê pê re û hin çekdarên berê yên ji herêmê derket. Kesê bi fermandar re hate kuştin, her wiha birîndarên her du aliyan hene û hate zanîn ku sivîl jî birîndar bûne ji wan jinek bi guleyê birîndar bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ku "fermandarê" hatiye girtin, di 17`ê Tîrmehê de mayîn di mala wî ya li Tefisê yê rojavayê Derayê de teqiya û di encamê de hevsera wî hate kuştin.

(eh)