Remziye Mihemed: Armanca me şoreşa jinan bigihînin tevahî Sûriyê

Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed di Fourma Yekemîn a Şoreşa Jinan de axivî û got: "Jinan di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de di hemû qadan de bi têkoşîn û berxwedana xwe hebûna xwe îsbat kir. Em hewl didin vê şoreşê bigihînin tevahiya Sûriyê."

Remziye Mihemed: Armanca me şoreşa jinan bigihînin tevahî Sûriyê
22 tîrmeh, 2022   09:07
QAMIŞLO

Vê sibê li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo xebatên Foruma Yekemîn a Şoreşa Jinan li ser asta Rojhilata Navîn bi diruşma "Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û bi pêş bixin" dest pê kirin.

Paşê li ser berxwedana şehîdên azadiyê yên Şoreşa 19`ê Tîrmehê yên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê sînivîsyonek hate pêşandan. Dûre berdevka koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed axivî û salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê li hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinan û malbatên şehîdan pîroz kir.

Remziye Mihemed anî ziman ku jinan bi têkoşîn û berxwedana xwe 10 salên şoreşê derbas kirin û her sal jî berxwedaneke bêhempa nîşan da û got: "Me bi hev re şoreşa xwe gihand vê qonaxê."

Remziye Mihemed da zanîn ku çirûska Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Kobanê vêket û piştre li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî belav bû û wiha dewam kir: "Armanca me ew e ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê bigihêje tevahiya Sûriyê. Ev şoreşa ku ji bo hemû jinên sûrî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê û êrişên domar rastî kiryarên tund hatine, bûye mînak. Lê tevî vê jî têkoşîna xwe ya li ser bingeha mîrateya 30 salên berxwedan û têkoşîna jinên kurdî berdewam dikin."

Remziye Mihemed diyar kir ku jinên Kurd model û tecrûbeya xwe gihandin hemû jinên pêkhateyan, ji ber ku jin pêşenga vê şoreşê bûn, lewma bû armanca êriş û siyasetên tundra. Mînaka wê jî jinên pêşeng ên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi rê ve dibirin, dihatin hedefgirtin.

Der barê destkeftiyên jinan di deh salên derbasbûyî de bi dest xistin de Remziye ev nirxandin kir: "Jinan bi rêya rêxistinkirina xwe di hemû qadan de hebûna xwe îsbat kir û roleke mezin list, ji van destkeftiyan jî cihê xwe di sîstema hevserokatiyê ya saziyan de girt û ji jinên cîhanê re bû mînak."

Remziye Mihemed destnîşan kir ku ew hewl didin di vê fourmê de hêviyên gelê xwe pêk bînin û şoreşa xwe bi pêş bixin ku xwe bigihînin hemû jinên herêmê.

Piştî axaftina destpêkê nameyên siyasetmedarên ji Rojhilata Navîn ku tê de ev fourm li hemû jinan pîroz kirine, hatin xwendin.

Bername bi axaftina endama hevserokatiya PYD`ê Foza Yusif dewam dike.

(eh)

ANHA