Piştî serdana Biden û civînên Ceda û Tehranê qezencên Îsraîlê

Îsraîlê xwe spart serdana serokê Amerîkî Joe Biden a herêmê da ku armancên cuda wekî, avakirina koalisyoneke Rojhilat Navînî li dijî Îranê û normalîzekirina têkiliyan bi Erebistana Siûdî re pêk bîne, lê hêviyên wê neçûn serî.

Piştî serdana Biden û civînên Ceda û Tehranê qezencên Îsraîlê
22 tîrmeh, 2022   05:25
XEZA – OMER MÛSA

Xuya bû ku encamên serdana serokê Amerîkî Joe Biden ji bo herêmê ne li gorî Îsraîlê bûn. Hêviyên Îsraîlê ji serdanê neçûn serî, di serî de  ji ber ku projeya avakirina koalisyoneke Rojhilat Navînî li dijî Îran û hevalbendên wê pêk nehat.

Tevî pêşketina di têkiliya Îsraîl û Erebistana Siûdî de, nexasim piştî vekirina qada hewayî ya siûdî li ber balafirên îsraîlî, lê pêkanîna normalîzekirineke asayî bi giştî tiştekî zor e. Tevî wê jî Îsraîl bi tirs li civîna sêalî ya Îran, Rûsya û dewleta Tirk a dagirker dinêre.

PIŞTÎ SERDANÊ: NÊRÎNA ÎSRAÎLÊ

Lêkolînerê leşkerî di rojnameya Yediot Aharonot, Yossi Yehoshua dibêje, serdana Biden tu encamên baş der barê mijara Îranê de ji Îsraîlê re neanîn. Her wiha diyar kir ku daxuyaniyên Erebistana Siûdî û Îmaratê xuya kirin ku niyeta her du dewletan bi avakirina koalisyoneke Rojhilat Navîn li hemberî Îranê tune ne. Li aliyê din hêviya Îsraîlê ew bû ku têkiliyên bi Erebistana Siûdî re pêş bixe lê ew jî neçû serî, ji ber ku Erebistana Siûdî jî diyar kir ku gavên wisa bi avabûna dewleta Filistînê ve girêdayî ye.

Lêkolînerê leşkerî di rojnameya  Haaretz de, Amos Harel diyar kir ku tevî nêzîkbûna di navbera Îsraîl û Îmaratê de, lê Îmarat ne amade ye ku li hember Îranê bisekine û helwesta wê ku red dike di rêzekê de li hemberî Îranê bisekine, ji berî sê salan ve dema şerê li Yemenê ve heman e. Di wê demê de hêzên xwe ji şer vekişand, bi taybet dema ku Îranê hêza ya di êrişên li ser navendên petrolê yên Erebistana Siûdî de nîşan da.

CIVÎNA CEDA: SEKNA LI KÊLEKA ÎSRAÎLÊ HATE REDKIRIN

 

Nivîskar û siyasetmedar Telal Okel ji ajansa me re diyar kir ku tiştê ku serok Biden ji serdana xwe wergirtiye ew e ku Amerîka li kêleka Îsraîlê disekine û  got, ev helwest ne tiştekî nû ye lê Îsraîlê xwest encamên rastîn der barê dosyaya nûkleerî ya Îranê de bi dest bixe lê têk çû.

Okel wiha domand: “Îsraîlê xwest Îranê ji bo pêkanîna armancên xwe bi kar bîne, yek ji wan armancan: “Tevlêbûna pergala Kendavê û ya erebî û xurtkirina cihên wê yên ewlehî û leşkerî li herêmê."

Her wiha diyar kir ku helwesta ku di civîna Cedayê de hatiye nîşandan wek têkbirina planên Îsraîlê bû, ji ber ku di aliyê danûstandina bi Îranê re daxuyanî pir dîplomatîk bû.

Okel wiha domand: “Vekirina qada hewayî ya Siûdî li hember balafirên Îsraîlê destkeftiyeke rasteqîn bû, lê hêviya Îsraîlê ew bû ku têkilî bi temamî werin normalîzekirin, lê ev yek pêk nehat û xuya bû ku daxwaza Siûdiyê ew e ku du giravên Tîran û Senafîr bo Siûdiyê werin vehuhestin.''

Berovajî wê, daxuyaniyên beşdarên civîna Cedeyê navendiya doza Filistînê teqez kirin ku peyamek wiha ji Îsraîlê re şandin: “Doza Filistînê ji nav ajandeyên Erebî neket, ew jî ne li gor hesabên Îsraîlê bû.”

Okel diyar kir ku civîna Cedayê xuya kir ku dewletên erebî giraniya xwe ya li herêmê nas dikin û sekna li hember Îranê ne li gor berjewendiyên wan e, her wiha têkiliyên serbest ên bi Îsraîlê re.

CIVÎNA TEHRANÊ: FIKARÊN ÎSRAÎLÊ JI LIHEVKIRINEKE RÛSÎ-ÎRANÎ

Li gorî raporên ku vê dawiyê hatin belavkirin, Rûsya hewl dide dronên Îranê bi dest bixe da ku di şerê li dijî Ukraynayê de bi kar bîne. Ev yek ji aliyê şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkî Jake Sullivan ve hat ragihandin.

Lê lêkolînerê rojnameya Yediot Aharonot, Yossi Yehoshua  got, gotûbêja li ser vê peymanê, têkiliya di navbera Rûsya û Îranê de xurtir dike û got : “Dibe ku ev yek Moskovê teşwîqkirin ku berjewendiyên Îranê biparêze di serî de yên girêdayî Îsraîlê.”

Yehoshua wiha domand: “Civîna Tehranê berpisyarên ewlehî û yên siyasî yên Îsraîlê bi fikar dike. Dibe ku ev yek operasyonên hewayî li Sûriyê asteng dikin, li kêleka lihevkirinên li dijî Îsraîlê pêk were.”

Lêkolînerê leşkerî di rojnameya  Haaretz de, Amos Harel, peymana firotina dronan wiha nirxand: “Ev yek pêşketina Îranê di warê leşkerî de û têkiliyên Rûsî-Îranî dide xuyakirin. Ev yek diyar dike ku hewldanên Îsraîlê ya pêkanîna nakokiyan di navbera Rûsya û Îranê de  li Sûriyê neçû serî ji ber ku herdu dewletê di vê noqteyê de li gel hev in.”

(mh)

ANHA