​​​​​​​Îsraîlê êrişî gundewarên Şamê kir; 6 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê bi moşekan gundewarên Şamê kirın armanc û di encamê de 6 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

​​​​​​​Îsraîlê êrişî gundewarên Şamê kir; 6 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
22 tîrmeh, 2022   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku artêşa Îsraîlê duh bi şev bi moşekan êrişî gundewarên Şamê kiriye û di encamê de 6 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin ku 3 sûrî ne û 3 jî biyanî ne. Her wiha 10 kesên din jî birîndar in.

Artêşa Îsraîlê her wiha bi moşekan nivîsgehên îstixbaratê û nivîsgeha efserekî payebilind û erebeyek li herêma balafirgeha Mezê ya leşkerî kiribûn armanc. Li aliyekî din jî moşek nêzî benda ewlehiyê ya li derdora balafirgeha leşkerî û rêya Mezê û depoya çekan a îraniyan a li dora herêma Seyide Zêneb ketin.

Ji serê salê ve ev cara 18`an e ku artêşa Îsraîlê êrişî xaka Sûriyê dike.

(eh)