​​​​​​​Li ber balyozxaneya Tirkiye ya li Bexdayê alozî derket

Nerazîbûnên li Bexda ên li dijî komkujiya dewleta Tirk didome. Xwepêşanderan dema xwestin derbasî nava avahiya balyozxaneyê bibin di navbera wan û hêzên ewlehiyê de alozî derket. Tê gotin ji her du aliyan birîndar hene.

​​​​​​​Li ber balyozxaneya Tirkiye ya li Bexdayê alozî derket
21 tîrmeh, 2022   19:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûnên li dijî komkujiya dewleta Tirk zêde dibin. Li Bexdayê li ber balyozxaneya Tirkiye girseyek mezin a gel kombû. Dema girse xwest wek nerazîbûn derbasî nava balyozxaneya Tirkiye bibe, di navbera wan û hêzên ewlehiyê de alozî derket.

Li gor agahiyan, di dema aloziyê de ji her du aliyan gelek kes birîndar bûne.