Komeke din tev li hemleya piştgiriya girtina qada hewayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû

Kesayetên siyasî, rewşenbîr û civakî piştgiriya xwe ya ji bo girtina qada hewayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember balafirên dagirkeriya Tirk, didomînin. Komeke din a kesayetên siyasî bi peyamên li ser medyaya civakî teqez kirin ku girtina qada hewayê dê herêmê ji gefên dagirkeriya Tirk biparêze û ewlehî û aramiyê li herêmê pêk bîne.

Komeke din tev li hemleya piştgiriya girtina qada hewayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû
20 tîrmeh, 2022   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 28’ê Hezîranê de, partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê hemleya “Haştag” li ser medyaya civakî ji bo girtina qada hewayê ya Bakur  û  Rojhilatê Sûriyê ku dê di 23’ê Tîrmehê de dest pê bike, ragihandin.

Kesayetên siyasî, rewşenbîr û civakî piştgiriya xwe ji bo girtina qada hewayê ya herêmê, didomînin. Komeke din a serokên partiyên siyasî û saziyên olî peyamên piştgiriyê belav kirin.

PEYAMA  SEKRETERÊ PARTIYA YEKITIYA NIŞTÎMANÎ YA AZAD

Peyama sekreterê Partiya Yekitiya Niştîmanî ya Azad Tewfîq Hemdûş wiha ye: “Ez ji bajarê Efrînê me, yê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Em piştgiriya xwe didin gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girtina qada hewayê dixwazin, bi girtina qada hewayî re dê aramî li herêmê pêk were, divê em hemî ji bo ewlehî û aramiya Sûriyê bixebitin.

PEYAMA ŞÊXÊ TARÎQETA SOFÎ YA QADIRÎ LI SÛRIYÊ

Girêdayî mijarê, şêxê Tarîqeta Sofî ya Qadirî li Sûriyê şêx Mihemed El-Qadrî wiha got: “Em gelek rastî zulma dagirkeriya Tirk hatine. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Divê civata navneteweyî bi me re hevkar bin û qada hewayê ya herêmê bigirin da ku serkeftinê pêk bînin û em xwîna şehîdan xwe li erdê nehêlin. Gelê herêmê bi axa xwe ve girêdayî ye û dê nehêle dagirkeriya Tirk derbasî axa me bibe.”

PEYAMA CÎGIRA SEKRETÊRÊ PARTIYA YEKITIYA NÎŞTIMANÎ YA AZAD

Peyama cîgira sekretêrê Partiya Yekitiya Nîştimanî ya Azad Huda Şêxmûs wiha ye: "Piştî Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê hatin dagirkirin, dewleta Tirk a dagirker careke din gefan dixwe ku herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Di encama van gefan de dê şêniyên herêmê koçber bibin û guhertina demografiyê li herêmên wan pêk tê. Nemaze ku praniya şêniyên herêmê Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Çerkes in. Ev pêkhate bi hevre dijîn. Ji ber gefên dewleta Tirk a dagirker dê hevgirtina civakî parçe bibe, tirs belav bibe û penaberiya ber bi Ewropayê jî zêde bibe. Ev jî dê bibe sedem ku herêm ji şêniyên resen vala bibe. Divê em ji bîr nekin ku koçberên ji herêmên cûda yên Sûriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dijîn. Ji ber van gefan dê nakokiyên civakî zêde bibin. Em bang li civata navneteweyî û hemû dewletan dikin ku bi me re bisekinin û qada hewayê ya herêmê bigirin."

PEYAMA BERPIRSÊ NIVÎSGEHA SIYASî YA PARTIYA YEKITIYA NÎŞTIMANÎ YA AZAD

Berpirsê nivîsgeha siyasî ya Partiya Yekitiya Nîştimanî ya Azad Îsmaîl Şêx Mihmed jî wiha ye: "Di demên dawî de gefên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me zêde bûn. Em bang li hemû rêxistinên navneteweyî dikin ku destekê bidin me û dewleta Tirk şermezar bikin. Di vî welatî de şêniyên wê bi hevre dijîn. Gelek koçberên ku ji ber şer reviyan li vir dijîn. Ji ber wê jî em bang li civaka navneteweyî dikin ku qedexeya hewayî li ser Rojava ferz bike."

PEYAMA HEVSEROKÊ PYD`Ê

Hevserokê PYD`ê Salih Muslim jî ev tişt got: "Em bi 33 partiyan re civiyan û me însiyatîfa ferzkirina qedexeya hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand. Tevahî cîhan dizane ku em ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî gefan tên. Binpêkirinên wê ji sala 2016`an ve û heta roja îro nerawestiyan e. Herêmê bi balafirên bê mirov û topbarana bêserûber dike hedef. Ji ber wê jî partiyên herêmê li hev civiyan û me dest bi hemleyê kir da ku bang li cîhanê bikin ku qedexeya hewayî li ser Rojava ferz bike. Em di peyama xwe de dibêjin gelên me li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin topbarana dewleta Tirk de ne. Em bang li hemû kesên demokrat dikin ku destekê bidin me û bi hevre parastina nirxên mirovahiyê bikin."

PEYAMA SEKRETÊRÊ PDKS`Ê

Sekretêrê PDKS`ê Ciwan Ebdulkerîm Seko jî ev tişt got: "Di civîna dawî ya partiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de em gihaştin biryara ferzkirina qedexeya hewayî li ser herêmê. Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê zêde dike û bi hincetên derew sivîl û Rêveberiya Xweser dike hedef û ji bo em karibin peyama xwe bighînin tevahî cîhan û Rojhilata Navîn."

(mh-bx)

ANHA