Li Kobanê semînerek ji astengdaran re hate lidarxistin

Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Firatê ji bo belavkirina hişyariyê di nava civakê de û rastkirina têgînên şaş der barê astengdaran de semînerek lidar xist.

Li Kobanê semînerek ji astengdaran re hate lidarxistin
20 tîrmeh, 2022   14:11
KOBANÊ

Semîner li hola Navenda Baqî Xedo ya Çand û Huner a bajarê Kobanê hate lidarxistin. Di semînerê de endamê Komeleya Tîrêj a Astengdaran a kantona Kobanê Xelîl Mehmûd têgîna ku bi awayekî şaş ji aliyê civakê ve hatiye naskirin şîrove kir ku divê were rastkirin û kesên astengdar bi « Seqet” neyên bi navkirin.

Xelîl Mehmûd wiha domand: "Gotina astengdar wateyeke wê ya din heye ew jî ku civakê asteng dike, pirsgirêkên wî yên civakî û piskolojîk hene. Hin caran jî hin tiştan asteng dike."

Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: "Kesên astengdar ji hin tiştên biçûk mîna derfetên kar û fêrbûnê bêpar dimînin. Jiyana xwe mîna hemû kesên civakê najîn. Tenê ji ber wan parçeyek ji laşê xwe winda kiriye. Ev têgîna di nava civakê de belav bûye şaş e û divê were rastkirin."

Xelîl îşaret bi girîngiya dîtina çareseriyan, zanebûna di nava civakê de û rastkirina têgînên şaş ku belav bûne kir ku dibe ew jî mezin bibin û tevahî civakê asteng bike.

Li gorî Komeleya Tîrêj a astengdaran hejmara wan li tevahî navçe û bajarokê herêma Firatê nêzî 4 hezar kes in. Di nava wan de birîndarên şer, birîndarên ji ber qezayan, her wiha kesên ku ji jidayikbûna xwe ve xwedî pirsgirêk in.

Komeleya Tîrêj di 5`ê Kanûna 2021`an de li kantona Kobanê hate vekirin. Komele alîkariya stengdaran dike ku di nava civakê de bijîn û ew jî bi rêya vekirina dewreyên perwerdeyên fikrî.

ANHA