Rayedarên iraqî: Divê hesab were pirsîn!

Endamê Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ya parlementoya Iraqê Ehmed El-Mûsawî û serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin. El-Mûsawî ew komkujî bi ‘Terorîzm’ê binav kir û got: “Divê parlemento hesab ji yên di oxira berjewendiyên xwe de dibin sedema xwînrijandina mirovan û talankirina welat, bipirse.”

Rayedarên iraqî: Divê hesab were pirsîn!
20 tîrmeh, 2022   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûnên der barê komkujiya Zaxoyê de ku bi destê dewleta Tirk pê hatiye zêde dibin.

Endamê Komîsyona Ewlekarî û Parastinê Ehmed El-Mûsawî jî nerazîbûneke tund nîşanî komkûjiya dewleta Tirk ya li Zaxo’yê da û got: “Tirkiye her roja zêdetir gelê Iraqê hedef digire, êrişkarî, binpêkirin û terorîzma xwe ya li dijî serweriya welêt dewam dike.”

Parlementer Ehmed El-Mûsawî bang li parlementoya Iraqê kir ku hesabê ji yên ‘di oxira berjewendiyên xwe de çavê xwe ji komkujiyên dewleta Tirk re digirin û dibin sedema mirina mirovan û talankirina welêt’, bixwaze.

Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbusî der barê komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê de xwest hikumeta Iraqê tedbîrên pêwîst ji bo parastina xaka Iraqê bigire.

Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbusî der barê komkujiya li gundê Perex yê Zaxoyê de li ser Twitter peyamek belav kir. Helbusî got: “Nabe Iraq qadek vekirî be ji bo bi encamkirina hesabên herêmî û nakokiyên derve. Divê hikumet tedbîrên pêwîst ji bo lêkolînkirinê, rizgarkirina nîştiman û parastina gel bigire.”