Hikumeta Şamê têkiliyên dîplomatîk bi Ukraynayê re qut kirin

Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê ragihand ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Ukraynayê re qut dikin. Ew yek jî piştî ku hikumeta Şamê komarên Donetsk û Luhansk nas kir û Ukraynayê têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê re qut kirin, pêk hat.

Hikumeta Şamê têkiliyên dîplomatîk bi Ukraynayê re qut kirin
20 tîrmeh, 2022   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve û Penaberan a hikumeta Şamê da zanîn ku Şamê biryar da ku têkiliyên dîplomatîk bi Ukraynayê re qut bikin. Ew jî bersiva li ser biryara hikumeta Ukraynayê ye dema ku têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê re qut kirin.

Li gorî çavkaniyan, hikumeta Şamê destnîşan kir ku hikumeta Ukraynayê ji 2018’an ve têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê re qut kirin, ew jî dema red kir vîzeya dîplomatên sûrî yên li balyozxaneya Sûriyê ya li Kîevê dixebitin, nû bike. Wê demê xebata li balyozxaneyê ji ber helwestên dijberiyê yên hikumeta Ukraynayê hate taloqkirin.

Di Hezîrana borî de, Wezareta Karên Derve ya Ukraynayê ragihand ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Sûriyê re bêyî qutkirina têkiliyên balyozxaneyê, qut kirin. Ew jî bersivdana hikumeta Ukraynayê li ser naskirina hikumeta Şamê ya komarên Donetsk û Luhansêk ye.

Wezaretê ragihand ku dest bi ferzkirina qedexeya bazirganî li ser Sûriyê û cezayan kir.

Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê di 29’ê Hezîrana borî de biryar da ku serxwebûn û serweriya komarên Donetsk û Luhansk nas bike.

(fr)