‘Şoreşa Rojava yekem şoreşa Kurdistanê ye ku xwe dispêre hêza gel’

Nivîskar Medenî Ferho cudahî û nakokiyên kurdî yên ku li dijî pergalên dagirkirina Kurdistanê derketine û Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya 2012'an nirxandin.

‘Şoreşa Rojava yekem şoreşa Kurdistanê ye ku xwe dispêre hêza gel’
20 tîrmeh, 2022   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN - MEDYA HENAN

Têgeha şoreşê ku di nav gel de tê naskirin; serhildana li hember desthilata zordar e. Dibe ku ev şoreş a gel be mîna Şoreşa Fransayê ya sala 1789`an, şoreşên li rojhilatê Ewropayê yên sala 1989`an, şoreşa Ukraynayê ku bi Şoreşa Pirteqalî tê naskirin di Mijdara 2004`an de.

Mîna gelek şoreşên cîhanê, Kurdan jî hewl da ku vê firsendê bi kar bîne û şoreşeke dîrokî li dar bixe. Lê ev yek tenê serhildan bûn. Ji ber xiyanetê bi bin ketin. Lê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev teorî guhert û di nav 10 salan de şoreşa xwe parast.

Nivîskarê Medenî Ferho têkildarî mijarê got: “Em nikarin hemû tevgerên li Kurdistanê li dar ketine bi şoreşê bi nav bikin. Tenê Komara Mehabadê dikarin bi şoreşê bi nav bikin. Şoreş; derketina li ser rewşa heyî li ser bingeha felsefeyeke nû yan jî çandeke nû ye. Şoreş; tevgereke civakî ye ku felsefeyekê dike bingeh. Bi pêkanîna guhertinan di aliyên çandî û civakî de dest pê dike. Zîhniyeta civakê bi pêş dixe û diguhere. Tenê wê demê em dikarin bêjin ew şoreş e. Şoreş, ne guhertineke siyasî yan jî guhertinek ji bo têkbirina desthilatê û pêkanîna desthilateke din li ser dewletekê ye, wê demê dibe derbe. Derbe jî bi temamî ji şoreşê cuda ye.”

Ferho serdema heyî bi serdema zêrîn bi nav kir ku gelek şoreş tê de li dar ketine û wiha domand: “Mîna şoreşa teknolojî, şoreşa pîşesazî, şoreşên din ên ku helwest û bertekên navneteweyî guhertin û ji bo NY`yê bûn rêgez û pîvan. Lê mixabin, ew mafên mirovan naparêze. NY jî destkeftiyên şoreşan, pêk nayne. Mînaka wê jî Şoreşa Fransayê ye. Her wiha Şoreşa Oktoberê ku rewşa gelek dewletan guhert û hişt ku beşa karkeran desthilatê wergire. Ji ber wê em dikarin bêjin şoreşa yekemîn a li Kurdistanê li dar ketiye, Şoreşa Rojave ye. Heke em bidin ber şoreşa Mehabadê, wê demê şoreşa Rojava ya duyemîn e.”

‘ŞÊNIYÊN ROJAVA RÊGEZA PARASTINA SÛRIYÊ PEJIRAND’

Medenî Ferho destnîşan kir ku şêniyên Rojava, gava yekemîn ber bi guhertina civakê ve avêt, şoreşa li Rojava rêgeza pêkanîna Sûriyeyeke demokratîk a azad pejirand yanî guhertina xwezaya Sûriyê ji aliyên çandî û civakî ve û wiha domand: “Jixwe girîngiya wê ji vir tê, ji ber ku di civakê de çarçoveyek, çandek û felsefeyeke nû ye. Dema em behsa felsefeyê bikin, divê em behsa rola rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî bikin ku teorî û rewşa kurd di nav 5 hezar salan de analîz kir û jê fikreke nû derxist.”

Ferho got: “Vê felsefeyê bandor li rewşenbîrên li cîhan û Rojhilata Navîn jî kir. Îro gelek siyasetmedar û nivîskarên Kurd xwedî li fikrên rêber Ocalan derdikevin û destnîşan dikin ku şoreşa Rojava dê bibe bingeh û cewheta çareseriya hemû dozên li Rojhilata Navîn.”

Ferho wiha pê de çû: “Pergala heyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreş e. Divê di aliyên çandî, civakî û siyasî baş bê nirxandin. Şoreşa 19`ê Tîrmehê di nava 10 salan de ji cîhanê re îsbat dike ku şoreşeke demokratîk e û li gorî têgeha neteweya demokratîk e. Tişta ku wê taybet dike jî ew e ku xwe dispêre 3 nirx û rêgezan; avakirina civakeke ekolojîk, polîtîk û parastina mafên jinan e. Bi van her sê nirxan ev şoreş dest pê kir û wê ji şoreşên din cuda dike.”

Der barê taybetmendiyên din ên şoreşa Rojava de Ferho ev yek anî ziman: “Bingeha vê şoreşê, fikr û felsefeya rêber Ocalan bi pêşengiya kurdan e û hemû pêkhateyan hemêz dike. Rast e li Başûrê Kurdistanê taybetmendiya kurdî serwer e, lê hemû beşên civakê venahewîne. Tenê bi berjewendiyên xwe difire. Ev jî vedigere desthilata li wir. Heke gel li Başûrê Kurdistanê sala 1992`yan serî hilnedaba, ew nedigihiştin desthilatê.”

TAYBETMENDIYA ŞOREŞA ROJAVA

Medenî Ferho behsa taybetmendiyên şoreşa Rojava kir û got: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê an ku şoreşa Rojava, şoreşeke gelekî cuda ye. Ji Şoreşa Mehabad jî cudatir e. Ji ber Şoreşa Mehabad nekarî şoreş biparêze. Lê Şoreşa Rojava destkeftiyên xwe parast. Yekem şoreş di dîroka Kurdistanê de ye ku xwe dispêre berxwedana gel. Ji felsefeya sosyalîzm û marksîzmê sûd girt, gavên pêşverû berovajî sosyalîzmê avêtin. Tevlêkirina hemû beşên gel di standina biryar û rêveberiyê de û pêkanîna rola xwe di desthilatê de teqez dike. Gel bi rêya felsefeya rêber Abdullah Ocalan li ber xwe da û gihaşt vê astê ku bi rûmet dijî.”

Rojava beşê herî biçûk a Kurdistanê ye û bi herêma rewşenbîran tê naskirin. Dema em bala xwe bidin dîrokê, bi taybet dema di navbera 1925-1926`an de, gelek ronakbîr, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê li Rojava bi cih bûn. Her wiha di nav kurdistaniyên li Şamê jî gelek ronakbîr û rewşenbîr hebûn ku têkoşîna çandî û siyasî di nav gelê Kurd de ji bo berxwedana li hember dewleta Tirk li aliyekê û li aliyê din gelê kurd li Rojava şiyar bikin ku banga mafên xwe yên neteweyî bike, meşandin. Mîna Mîr Celadet Berdixan û endamên vê malbatê, Nûredîn Zaza, Nûrî Dêrsmî, Cegerxwîn, Qedrîcan û gelek kesên din.

Hatina rêber Abdullah Ocalan bo Rojava, gaveke taybet bû di dîroka gelê Kurd de. Di nava 20 salan de bi gelek kesayetên nîştimanî, çandî, siyasî û civakî re hevdîtin çêkirin. Tovên têkoşîn û şoreşê di dilê piraniya gelê Kurd û pêkhateyên din de çandin. Di serî de pêkhateya Ereb. Ev pêngav yek ji faktorên destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê û pêşketina wê bûn.

(şx)

ANHA