Aldar Xelîl peyam da civîna Tehranê: Wê gelê me dîsa xwe îspat bike

Aldar Xelîl: Di vê dema ku em salvegera şoreşê pîroz dikin de, dewlet deng û dolaban li ser têkbirina şoreşa me dikin. Bersiva me zelal e. Wê gelê me di 11 saliya xwe de dîsa xwe îspat bike.

Aldar Xelîl peyam da civîna Tehranê: Wê gelê me dîsa xwe îspat bike
19 tîrmeh, 2022   17:43
QAMIŞLO

Li Stadyûma Şehîdên 12 Adarê ya bajarê Qamişlo 10`emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna hezaran ji pêkhateyên herêma Cizîrê tê pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Aldar Xelîl  axivî û  li dijî hemû êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê peyama berxwedaniyê da û got: “Ev şoreşa ku xwe îspat kiriye, ev nimûne wê Sûriyeke demokratîk ava bike.”

Endamê Desteya hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) Aldar Xelîl wiha got: “Encama xeta siyemîn va ye li vir e, di şoreşa Rojava de diyar dibe.”

`RASTIYA ŞOREŞÊ XWE ÎSPAT KIR`

Aldar Xelîl, di serî de salvegera şoreşê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: “Ev salveger êdî bûye cejin. Ev salveger di serî de li Serok Apo û şehîdên berxwedanê û hemû gelên me pîroz be. Beriya 11 salan her kesî derket gotin em ê şoreş bikin. Lê di nav salekê de yên ku qaşo banga şoreşê dikin bûn daxwazvanên desthildariyê bûne çeteyên dagirkeran. Lê hemû pêkhateyên me bi hevre dest şoreşa xwe kirin. Yên ku şoreşa azadiya gelan ava kir ev gel bû. Rastiya şoreşê di 19 Tirmehê de xwe îspat kir. Rêber Apo di zindanê de nivîsandibû ku şoreşa Rojava vê dest pê bike ew vê temsîl dike.”

`BI ÎRADEYA XWE GELÊN ME XWE BI RÊVE DIBE`

“Ji zilma rejîma Baas û deshildariyê re me bi bi hev re got na” bi van gotinan re Xelîl balkişand ser destpêka avakirina şoreşê û got: “Ji bo civakeke demokratîk û azadixwaz bi îradeya xwe, gelên me xwe rêve dibe. Herkes li dijî vê derket. Êdî vî gelî di encama zanabûn û perwerdahiya xwe dikaribûn herêmên xwe birêvebin. Yên ku rastiyê şoreşê digerin va ye li vir e. Yên xeta sêyemîn digerin va ye li vir e. Di destpêkê de tu kesî girîngî ne da vê nêrîna şoreşê. Va ye em vê pîroz dikin ku rastî derket holê.”

JI CIVÎNA TEHRANÊ RE PEYAM: WÊ GELÊ ME DÎSA XWE ÎSPAT BIKE

Xelîl balkişand ser civîna ku li Tehranê tê lidarxistin û li dijî planên dagirkeran peyama berxwedanê da. Aldar Xelîl da zanîn ku bi vê projeya neteweya demokratîk wê hişmendiya netewedewletan bê guhertin û wiha pê de çû: “Kesên ku nedixwestin ev gel bi îradeya xwe bijî êrişî me kirin. Destpêkê çete piştre jî dewleta Tirk êrişî me kirin. Ruxmî hemû êrişan dîsa berxwedaniyek dîrokî tê nîşandan. Di van kêliyan de serokên dewletan denk û dolaban datînin û difirkin çawa vê şoreşê têk bibin. Ez dixwazim bêjim; ev şoreşa ku gelek destkeftî bi dest xistine, serkeftinên ku hatin jiyîn, ev gelê fedakar ê berxwedêr wê di sala 11'emîn de wê dîsa îspat bikin. Ev şoreş wê bibe mînaka Sûriya demokratîk ku herkes tê de bijî. Di vê şoreşê de pirsgirêkên gelan tên çareserkirin. Biratiya gelan di vê şoreşê de pêk tê. Niha dewleta Tirk dibêjê ez ê bêm herêmên we dagir bikim. Bersiva gel zelal e. Ev encamên deskeftiyên gelan herkes lê xwedî lê derdikeve. Gel dibejê ger êrişek pêk were wê ne tenê keç û xortên me em ê hemû li kelêkan wan bin. Me tu carî negotiye ku Sûriyê parçe bikin. Hîn di 2011' an de me got em dîsa heman tiştî dibejin em ê bi hêza civaka xwe civakake nû hişmendiyek nû ava bikin. Wê bi vê rengê netewe dewletan bêguhertin. Ev nimûneyek e. Bi vê nimûne wê Sûriyek demokratîk ava bibe.”

`EM AMADE NE SÛRIYA DEMOKRATÎK BI HEV RE AVA BIKIN`

Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew amadene bi Şoreşa Rojava re Sûriyek demokratîk ava bikin û got: “Ger Sûriyê bibêje em xwediye Sûriyê ne ka projeya te? Em amadene Sûriya demokratîk bi hev re ava bikin. Ji bo em ser bikevin divê hemû gelên Sûriyê di çeperên berxwedanê de cih bigrin, xwedî li xwîna şehîdên xwe derbikevin. 11 hezar şehîd vê ji me dixwazin em jî li ser şopa wan berxwedana xwe mezin bikin. Em ê nimûneya demokratîk diyarî wan bikin. Dibe ku gelek şaşitiyê me hebin lê şoreş hîn bi dawî nebûye. Divê em her tiştî deynîn aliyekî û welatê xwe biparêzin. Bi vê hişmendiyê û biryardariyê em ê bi hev re serbikevin.”

(sb)

ANHA