Li Dêrazorê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê hat pîrozkirin

10'emîn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi şahiyekê li Dêrazorê hat pîrozkirin.

Li Dêrazorê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê hat pîrozkirin
19 tîrmeh, 2022   14:25
DÊRAZOR

Şahî li hola Meclisa Sivîl a herêma Seba Kîlo, bi beşdariya rûspiyên êlên Erebî, endamên saziyên sivîl û leşkerî û bi dehan şêniyên herêmê, hat lidarxistin.

Di serî de serokê meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li gundewarê rojava yê Dêrazorê, Tamir El-Şumerî,  daxuyaniyek bi navê partiyê xwend. Daxuyanî wiha ye: “Gelê me di fedakariya ji bo azadiyê de destan nivîsandin,  ew azadî ne bi saya fedakariya şehîdan ba tu carî nedihat bidestxistin.

Em teqez dikin ku gelên herêmê têk naçin û niha jî ji bo parastina xaka xwe em bi îradeyeke mezin xwe amade dikin, maf tu carî namirin, mafê me ye jî ku em xaka xwe biparêzin, em rê nadin dagirkeriya Tirk ku xaka me qirêj bike û em ê piştî tarîtiyê helbet ronahiyê bibînin.

Em ê berxwedana xwe heta pêkanîna serkeftinê bidomînin û serî li ber dagirkeran netewînin. Em  rê nedin wan ku xaka me dagir bikin, em ê heta pêkanîna serkeftinê li ber xwe bidin.”

Piştre, endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Dêrazorê, Nûr El-Ehmed wiha anî ziman: “Em berxwedana dîrokî ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve ku êdî bûne sembola qehremanî û berxwedaniyê,  silav dikin.”

Nûr El-Ehmed wiha domand: “Gelê me bi hevgirtina xwe ya li dijî terorê ji Kobanê heta Baxozê, nimûneyeke baş a rewşa Sûriyê nîşan da.”

Nûr El-Ehmed ew tecrube pîroz kir û got: “Ew tecrube nirxên jiyana hevbeş û biratiya gelan di nav civakê de bi cih kirin û rola jinan a di pêşxistina civakan de ji cîhanê re îsbat kir.”

Di dawiya axaftina xwe de Nûr El-Ehmed wiha anî ziman: “Dilê her civakî ciwan e, derfet ji wan re hatin peydakirin ku di civakê de bibin xwedî rol, her wiha zagon û qanûnên ji bo parastina wan destkeftiyan hatin danîn.”

Şahî bi pêşkêşkirina stranên folklorî bi dawî bû.

 (mh)

 ANHA