Schmindinger: Heke Tirkiyê êriş bike dê berdêleke biha bide

Mamosteyê zanistên siyasî yê zanîngeha Viyanayê, Thomas Schmindinger got divê rêbaza danûstandina Rêveberiya Xweser bi civaka Sûriyê re, bibe navika pêşerojeke demokratîk a rastîn ku em dikarin di nav civata navneteweyî û ewropî de ava bikin. Her wiha şerê profasyonal a QSD`ê silav kir.

Schmindinger: Heke Tirkiyê êriş bike dê berdêleke biha bide
19 tîrmeh, 2022   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Schmindinger di beşê duyemîn ê bi navnîşan “Rêveberiya Xweser wek tecrube û model” de axivî û behsa girîngiya şoreşa 19`ê Tîrmehê kir û got: “Di vê kêliya dîrokî de û 10 salên pîroz, em spasiya hêzên erebî dikin ku destek da hêzên kurdî heta gihaştin vê astî. Ez ê behsa wêneya nû ji aliyê siyasî ve bikim. Lê divê ez bêtir û ji nêzî ve behsa bûyerên li herêmê rû didin bikim, li gorî pîvaneke herêmî û cîhanî bûyeran analîz bikim û çi di 10 salên şoreşê de rû daye. Ez difikirim ku tu cure leşkerîkirin di vê şoreşê de tune bû. Artêşa Sûriyê li vir bû, lê bê şer û bê wêranî bajar hatin rizgarkirin. Ev bi xwe pêşketin û serkeftina dîplomsiya siyasî ya kurdî ye. We herêmên kurdî ji Kobanê heta Efrîn rizgar kir beyî ku binesaziya wê wêran bikin û we Rêveberiya Xweser ava kir. Divê em vê yekê pîroz bikin.”

Schmindinger behsa êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê kir û got: “Divê ez bi bîr bixim ku hêzên parêzvanên herêmê, jingehên kurd li hember destwerdana Tirk parastin. Êrişî tu jîngehan nekir. Lê belê li hember destwerdana Tirkiyê disekînin û şêniyên xwecih parastin. Piştî dagirkirina herêmên Rêveberiya Xweser ji aliyê Tirkiyê ve, êdî pêwîstî bi hêzên parêzvan heye ku şêniyan ji êrişan biparêzin.”

DÎPLOMATIYA LI SER VAN HÊZÊN LEŞKERÎ YÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ AVA BÛYE MUHTEŞEM E

Her wiha Schmindinger dîplomasiya herêmê ku li ser hêzên leşkerî ava bûye bi muhteşem bi nav kir û got: “Di 10 salan de, min gelek lêkolîn û nirxand kir û ez matmayî mam. Çawa hêzên leşkerî li wê ortê li Efrînê û Şêxmeqsûd di navbera herêmên rejîmê û herêmên bin kontrola milîsên îslamî de jiyan.”

Schmindinger behsa girîngiya Rêveberiya Xweser kir û got: “Tişta li vir ji hemû aliyan ve temam e. Dikarim tenê tiştekî li ser rewşa siyasî bêjim, ew e ku pergala siyasî ji pêkhateyên herêmê pêk tê yên ereb, suryan, asûr, Turkmen û çerkez. Ez jê ecêb mambûm. Piştî rizgarkirina Reqayê ku piraniya niştecihên wê ereb in, lê Rêveberiya Xweser bi awayekî guncew ew tev li xwe kir. Bi taybet ku li herêmê gelek şênî muhafiz in. Rêveberiya Xweser saziyên xwe lê ava kirin, jinan jî rolek di wan saziyan de girt. Min digot gelo Rêveberiya Xweser çawa bi herêmên ji DAIŞ`ê rizgar kirine re mijul dibe!!?”

Schmindinger îşaret bi şiyana Rêveberiya Xweser a dîtina çareseriyan û komkirina aliyên cuda yên civaka Sûriyê kir û got: “Ez difikirim ku ev rêbaza danûstandinê divê navika pêşerojeke demokratîk a rastîn be ku em dikarin di civata navneteweyî û ewropî de ava bikin. Dibe ku projeyên mîna vê li Sûriyê bi gelemperî hebin.”

Schmindinger destnîşan kir ku rojnamegeriya Ewropayê behsa bûyerên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dike û got: "Spas jii bo hemû derfetên şoreşa Sûriyê ku bi Şoreaş Bakur û Rojhilatê Sûriyê encam da."

Girêdayî gefên Tirkiyê Schmindinger destnîşan kir ku QSD`ê hêzên perwerdekirî ne û heke Tirkiyê êriş bike dê berdêla wê biha bide. Her wiha pêwîstiya xurtkirina hewldanên dîplomatîk ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê teqez kir û got: “Divê hûn hêzên dîplomatîk bi dest bixin û di aliyê dîplomatîk de hewldanên xwe xurttir bikin da ku destwerdana Tirkiyê rawestînin.”

DIBE KU ÊRIŞEKE MEZIN A DAIS`Ê LI SER HERÊMÊ HEBE

Schmindinger diyar kir ku Tirkiyê bi erêkirina Rûsyayê Efrîn dagir kir û bi erêkirina DYA`yê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û got: “Dibe ku dîrok dubare bibe. Heke ev yek jî pêk hat, wê karesatek li ser herêmên derdorê be. Ji ber em dizanin bi sedan şaneyên DAIŞ`ê li herêmê hene û endamên wê di girtîgehan de ne. Komên ku Tirkiyê desteka wan dikin, hewl dan wan ji girtîgehan derxin. Dibe ku êrişeke mezin a DAIŞ`ê li dijî herêmê hebe.”

Di dawiyê de Schmindinger got: “Ji sedemên ku kesên mîna min li vê komcivînê ne ew e ku hemûyan li ser vê herêmê agahdar bikin ku nabe ev herêm were ji bîrkirin û tê de li ser hemû astên siyaî û aborî guhertin pêk tên. Pêwîstiya me bi destekê ji aliyên hegemonîk heye. Ez teqez im ku wê rojekê, raya giştî ya Ewropayê tê bigihêjin girîngiya vê herêmê.” 

(şx)

ANHA