​​​​​​​Di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de destkeftiyên jinan

Di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de jinan di hemû qadan de gelek destkeftî bi dest xistin, êdî şoreş bi navê jinê tê naskirin. Bi pêşengtiya jinên têkoşer jinên Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriy mafên xwe vegerandin ku bi salan ji aliyê sîstemên desthilatdar ve hatibûn çewisandin. Gelo ev destkeftî çi ne?

​​​​​​​Di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de destkeftiyên jinan
19 tîrmeh, 2022   03:25
NAVENDA NÛÇEYAN – SILAVA EBDUREHMAN

19'ê Tîrmeha 2012'an jina çirûska yekemîn a şoreşa xwe pêxistin ku bi salan zihniyeta bavilsalarî hewl dida têk bibe û ji holê rake. Lê bi saya têkoşîna domdar û hêviyên nûjen ev şoreş didome û roj bi roj berfireh dibe. Jinan gavên mezin ber bi demokratîkkirina civakê ve avêtin. Bi vê yekê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên azadîxwaz re bû minareyek.

Ev şoreş gava yekemîn ku jin di aliyê dirûnî û fikirî de amade kir da ku zilma bi salan a ku rejîma Baas, piştre DAIŞ'ê li ser wan ferz kiribû, bi dawî bikin.

Di vê dosyayê de û bi wesîleya salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê, em ê balkê bikişînin ser beşdarbûna aktîv a jinan di rêvebirina herêmê de ji aliyê siyasî, aborî, leşkerî û civakî ve. An ku serkeftinên ku jinan di nava 10 salên şoreşê de bi dest xistine.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sîstema hevserokatiyê modeleke ji bo pêkanîna wekheviya zayendî ye ku di esas ne di bin banê rêveberiyeke demokratîk be, pêk nayê. Bi vê rêbazê rêveberiyê sîstema rêveberiya navnedî ya li gorî zihniyeta baviksalarî ji holê rabû.

2012

9'ê Sibatê Konferansa Yekemîn a Yekitiya Jinên Ciwan li Kobanê li dar ket.

12, 13, 19 û 22'yê Hezîranê meclisên jinan li Serêkaniyê, Qamişlo û navçeyên Şiyê û Cindirêsê yên Efrînê hatin avakirin.

23,24 û 25'ê Hezîranê encamên hilbijartinên meclisên jinan li Helebê hatin ragihandin û 165 jin ji bo rêvebirina meclisan hatin hilbijartin û mecisa jinan a Şamê hat hilbijartin.

22'ê Cotmehê Navenda Şehîd Dîlan û Perwerdekirina  Jinan li gundê Siwêdîkê yê herêma Koçerat ya kantona Qamişlo hat vekirin.

1'ê Kanûnê Tûgeya Şehîd Nalîn li navçeya Cindirêsê hat avakirin.

2013

7'ê Çileyê Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hat damezirandin.

4'ê Nîsanê damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hat ragihandin.

10'ê Mijdarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin.

2014

Di Çileyê de Hêvî Mistefa wekî jinan yekemîn ji bo posta hevserokatiya Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê hat erkdarkirin.

21'ê Çileyê Desteya Jinan di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hat damezirandin.

5'ê Cotmehê, şervana YPJ'ê Arîn Mîrkan çalakiyeke fedaî li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk anî.

2016

25'ê Sibatê Yekitiya Star kongreya xwe ya 6'emîn li dar xist û navê kir Kongra Star.

2017

16'ê Kanûnê yekemîn navenda Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo hat vekirin.

2'ê Sibatê yekemîn akademiya jinan li bajarê Reqayê hat vekirin.

11'ê Sibatê akademiya jinan li bajarê Tebqayê hat vekirin.

17'ê Sibatê, Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Minbic û gundewarê wê yekemîn  akademiyeke taybet bi jinên ciwan bi navê Şehîd Rojda û Amara vekir.

Di Tîrmehê de yekemîn akademiya Jineolojiya li kantona Efrînê hat vekirin.

8'ê Îlonê damezirandina Meclisa Jinan a Sûriyê hat ragihandin.

2018

27'ê Çileyê, şervana YPJ'ê Avesta Xabûr di encama çalakiyeke fedaî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên de li gundê Hemam ê navçeya Cindirêsê şehîd bû.

2'ê Adarê navenda Tevgera Hîlala Zêrîn li kantona Kobanê ya herêma Firatê hat vekirin.

8'ê Adarê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê Jin Tv hat vekirin.

21'ê Hezîranê navenda Weqfeya Çandê ya Jinan li bajarê Qamişlo hat vekirin.

21'ê Tîrmehê bi diruşma "Azadiya jinan misogeriya civakeke exlaq û polîtîk e" kongreya damezrîner a rêxistina jinên PYD'î hat avakirin. Di kongreyê de Meclisa Jinan a PYD'ê hat avakirin.

3'yê Tebaxê kongreya yekemîn a Komîteya Perwerde û Fêrkirina ya Jinan di Civaka Demokratîk a Bakurê Sûriyê li dar ket.

15'ê Tebaxê rêveberiyên jinan  li Reqa, Tebaqa û Dêrazorê hatin avakirin.

6'ê Îlonê Bêrîvan Xalid wekî hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat hilbijartin.

12'ê Cotmehê, yekemîn tabûra leşkerî ya jinan bi navê "Şehîd Hebûn Ereb" li Tebqayê hat avakirin.

13'ê Cotmehê Jineolojî derbasî meteryalên asta amadeyî ya 2018-2019'an hate kirin.

25'ê Mijdarê gaveke dîrokî li ser asta Rojhilata Navîn û ya duyemîn li ser asta cîhanê ye. Di roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de, gundê Jinwar ê taybet bi jinan li navçeya Dirbêsiyê ya herêma Cizîrê hat vekirin.

2019

14'ê Hezîranê bi diruşma "Yekitiya jinan misogeriya sûriyeke demokratîk e", kongreya damezrîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket.

29'ê Îlonê Mala Jinan a Suryan "Eştirût" li Qamişlo û Hesekê hat vekirin.

12'ê Cotmehê, di dema êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li ser rêya M4 hat qetilkirin.

2020

23'ê Hezîranê di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de endamên Kongra Star Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî li gundê Helincê yê Kobanê şehîd bûn.

29'ê Hezîranê, Ragihandina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di konferansa xwe ya sêyemîn de Yekitiya Ragihandinê Jinan damezirand.

24'ê Tîrmehê, Yekitiya Jinên Ciwan ên PYD'î meclisa xwe li ser asta Rojava ava kir.

29'ê Tebaxê, di kongreya duyemîn a Partiya Sûriya Pêşerojê ku li Reqayê hate lidarxistin de Sîham Dawud li şûna şehîd Hevrîn Xelef wekî sekretêra giştî ya partiyê hat hilbijartin.

2021

8'ê Çileyê navenda nû ya Jineolojiya li Şehbayê hat vekirin ku 3 salan ji ber êrişên  artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê hatibû girtin.

16'ê Çileyê, cara yekemîn li kantona Hesekê petat ji aliyê Komîteya Aborî ya Jinan a Hesekê ve hat çandin.

22'ê Çileyê Hevseroka Meclisa bajarokê Til Şayîr Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidir ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn revandin, hatin qetilkirin.

5'ê Sibatê Koordînasyona Jinan wekî beşek ji Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat ragihandin.

3'yê Nîsanê navenda Lêkolînên Jineolojî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hata vekirin.

30'ê Gulanê Beşê Jinan ê Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê Kargeha Zozan a Mast û Penêr li navçeya Dêrikê vekir.

1'ê Hezîranê kongreya damezrîner a  Kombûna Jinan a Zenûbiya li Reqayê hat lidarxistin û meclisên wê li herêmên Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê hatin hilbijartin.

1'ê Hezîranê Weqfeya Jina Azad a Sûriyê nivîsgeha xwe li bajarê Minbicê vekir.

25'ê Hezîranê Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Mala Parastina Zarokan li taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê vekir.

29’ê Hezîranê, jinên Rojava yên li Almanyayê di konferansa yekemîn de  ku bi dirûşma “Şoreşa jinê misogeriya jiyana azad e” pêk hat, rêxistina Kongra Star li Ewropa ragihand.

29'ê Hezîranê konferansa damezîrner a Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava bi beşdarbûna 300 jinên Êzidî yên ji Efrîn û Cizîrê li dar ket.

5'ê Tebaxê Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê navenda Kizwan a çanda jinan li bajarê Hesekê vekir.

19'ê Tebaxê, navenda Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate hedefkirin, di encamê de endama Meclisa Leşkerî ya YPJ'ê û Meclisa Leşkerî ya QSD'ê Sosîn Bîrhat şehîd bû.

8'ê Mijdarê Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Reqayê kargeha madeyên paqijiyê vekir.

30’ê Mijdarê li ser vexwendineke fermî ya herêmê, Şaredariya Dûranco û Rêxistina Sivîl a “Suargi” şandeyek ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana herêma Baskê kir.

25'ê Kanûnê, balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker, malek li Kobanê kir hedef, di encamê 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.

2022

20'ê Nîsanê şervanên YPJ'ê Dilar Heleb, Ronahî Kobanê û Kobanê di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Kobanê şehîd bûn.

30'ê Gulanê, şervana YPJ'ê Mizgîn Botan di bombebarana dewleta Tirk a li dijî erebeyekê de li Qamişlo şehîd bû.

2'ê Tîrmehê dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov a bi çek erebeya fermandara QSD'ê Mizgîn Kobanê kir hedef. Di encamê de şehîd bû.

(bb)

ANHA