​​​​​​​Gelo Erebistana Siûdî nêzî peymanên aştiyê yên bi Îsraîlê re bûye?

Hemwextî serdana serokê DYA’yê Joe Biden ji herêmê re, axaftinên li ser îhtîmala normalîzekirina têkiliyan di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê de zêde dibin. Gelo tiştê nû çi ye û îhtîmal heye ku Erebistana Siûdî bi Îsraîlê re peymanên aştiyê çêke?

​​​​​​​Gelo Erebistana Siûdî nêzî peymanên aştiyê yên bi Îsraîlê re bûye?
16 tîrmeh, 2022   09:13
XEZA - OMER MÛSA

Di serdana serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden ji herêmê re dosyayên girîng hene. Balafira ku li Îsraîlê daketiye, diyar kir ku Îsraîl bingeha tevgerê ye. Bi wê re ji daxuyaniyên serokê DYA’yê eşkere dibe ku di dosyayên li gel Biden de Îsraîl li pêş e û projeyên girîng pêşkêş dike, ew jî li gel krîza enerjiyê ya cîhanê ya ji ber şerê Rûsya-Ukraynayê û hewldanên DYA’yê û hevalbendên wê yên lêgerîna li jêderên enerjiyê yên alternatîf dûrî Rûsyayê.

Di navbera axaftinên tên kirin û tiştên di serdanê de tên nîqaşkirin, diyar e ku têkiliyên Îsraîl-Siûdî derbasî qonaxeke cuda bûne. Yekemîn; axaftina li ser têkiliyên Erebistana Siûdî-Îsraîlê êdî tiştekî pêkan e, lê belê tayên ne ji rêzê yên van têkiliyan hatin eşkerekirin û ev yek jî berê ne pêkan bû. Duyemîn; jinûve vegerandina nexşeya hevbendiyên li herêmê di rewşên hestiyar de, pêk tê.

TIŞTÊ NÛ ÇI YE?

Li gorî raporan, nêzîkbûna di navbera Îsraîl û Erebistana Siûdî de hêdî hêdî çêdibe lê bi lihevkirineke ne mîna ya berê. Lê li gorî rojnameya “Maariv”, gavên ber bi normîlîzakirina têkiliyên Îsraîl û Erebistana Siûdî di cewhera serdana serokê Amerîkayê Jeo Biden ji herêmê re ye. Rojanemya Maariv li ser zimanê rayedarekî îsraîlî got: "Ji hewldanên niha tên kirin, tê texmînkirin ku pêşketinek di têkiliyên bi Erebistana Siûdî re li gorî gavên plankirî çêbibe."

Li gorî rayedar, di wê çarçoveyê de; Erebistana Siûdî li ser derbasbûna balafirên sivîl ên Îsraîlê û rêwîtiyên asîmanî yên yekser ji Til Evîvê ber bi Mekeyê ve ku heciyan veguhêze, erê kir. Bi taybet jî wê Biden yekser ji Îsraîlê serdana Erebistana Siûdî bike, her wiha tê gotin ku dê bi Biden re berpirsekî îsraîlî yê payebilind hebe yan jî hevdîtineke sêalî ya Siûdî-Amerîkî-Îsraîlê jî hebe.

Rojnameya ‘Îsrael Hume’ eşkere kir ku Erebistana Siûdî, di çarçoveya lihevkirineke Amerîkî-Îsraîlî-Siûdî de, ber bi vekirina qada xwe ya hewayî li pêş rêwîtiyên Îsraîlê ve diçe û wê bi normîlîzakirina têkiliyên Til Avîv û Riyadê bi dawî bibe.

Rojname vê gav bi “guhartina dramatîk a nexşeya hevbendiyên li Rojhilata Navîn” wesif dike û wê Îsraîl li hember van gavên Erebistana Siûdî serweriya li ser giravên Tîran û Senafîr ji Misirê bixe bin kontrola Erebistana Siûdî. Li gorî rojnameyê ew her du girav xwedî girîngiyeke stratejîk in, ji ber ku şûreya darayî ya bendera Eîlat a Îsraîlê kontrol dike.

Veguhastina milkiyeta her du giravan ji Erebistana Siûdî re, erêkirina Îsraîlê divê, ji ber Qahîre her du girav bi rêya Peymana Aştiyê ya Îsraîl-Misirê (Camp David) wergirtin, ew peyman jî Misirê, ji bo veguhastina her du giravan ji dewleta sêyemîn re neçar dike erêkirina Îsraîlê wergire.

Li gorî rojnameyê, ev xebat bi navbeynkariya rêveberiya Amerîka pêk tê ku bi wê re rêjeya berhema petrola Siûdî zêde bike da ku buhaya wê li sûkên cîhanê kêm bibe. Ji ber buhaya gaze û petrolê yên rûsî piştî şerê li Ukrayna bilind bû.

Rojnameyê destnîşan kir ku mîrza Mihemed Bin Selman nêzbûna bi Îsraîlê destek dike, lê bavê wî vê siyasetê red dike.

GELO EREBISTANA SIÛDÎ BER BI PEYMANA AŞTIYÊ VE DIÇE?

Şîrovekarê siyasî yê filistînî Şerhebîl Xerîb têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û tiştên diqewimin bi gavên pêşîn û zemîna têkiliyên di navbera Îsraîl û Erebistana Siûdî de wesif kirin û wiha got: "Rewşa giştî ya Erebistana Siûdî ku di çend salên borî de serwer bû, wekî ku raya giştî ji vê gavê re amade dike, nîşan dide."

Li gorî Xerîb, siyaseta Erebistana Siûdî di demeke kurt de guhartineke mezin çêkir û wiha domand: "Ev guhartinên siyasî yên Siûdî nîşaneyên gavên mezin di dan û standina Erebistana Siûdî bi Îsraîlê re ne. Her wiha her tim rayedarên Siûdî daxuyaniyan li ser Îsraîl, têkiliyên li herêmê û berjewendiyên hevbeş didin."

Tê birbîrxistin ku sernava sereke ya serdana serokê Amerîkayê Jeo Biden ji Erebistana Siûdî re normîlîzakirina têkiliyên di navbera Erebistana Siûdî-Îsraîlê de ye, dibe ku bi lez pêk werin an jî dibe hêdî pêk bên û ber bi têkiliyên giştî ve biçin. Her wiha behsa avakirina hevbeniyên nû li herêmê tên kir ku armanca wê sekna li hember Îranê ye. Ev yek jî pêdiviya xwe bi normîlîzakirina têkiliyên di navbera dewletên Ereb li herêmê û Îsraîlê de heye û wê vê hevbendiyê li dijî gefên Îranê bi rê ve bibe.

Li aliyekî din jî, behsa lihevkirineke çekan di navbera Îsraîlê û Erebistana Siûdî de tê kirin, dibe ku di vê qonaxê de bi sponseriya Amerîka pêk bê. Her wiha raporan bi bîr xist ku bi rastî peywendiyên nepenî yên fireh û mezin di navbera rayedarên ji Îsraîlê û Erebistana Siûdî de pêk hatin. Rojnameya Haaretz  a Îsraîlê da zanîn ku mîrê siûdî Bender Bin Sultan roleke girîng di têkiliyên nepenî bi Îsraîlê re lîst. Rojnameyê diyar kir ku Bender bi serokwezîrên berê Olmert û Netanyahu û serokên Mossadê re civiya û hevdîtineke girîng ji serokwezîrê Îsraîlê re li dar xist. Tê texmînkirin ku Netanyahu li qesra melekî ya Cideyê bi berpirsekî Siûdî yê payebilind re bicive û dibe ku Mihemed Bin Selman be.

Netanyahu di civîneke çapemeniyê de ya beriya serdana serokê Amerîka Biden eşkere kir ku Mihemed Bin Selman roleke girîng di lihevkirinên normîlîzakirina têkiliyên Îsraîl, Îmarat, Behreyn, Sûdan û Mexribê de list û soz da ku heke jinûve ji bo bû serokwezîr, ew ê normîlîzakirina giştî bi Erebistana Siûdî re pêk bîne.

(fr)

ANHA