​​​​​​​Şêniyên Tirbespiyê amadebûna xwe ji bo parastina herêmê nîşan dan

Şêniyên navçeya Tirbespiyê nîşan dan ku ew amade ne xaka xwe li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî biparêzin û banga hevgirtinê ji bo têkbirina êrişan kirin.

​​​​​​​Şêniyên Tirbespiyê amadebûna xwe ji bo parastina herêmê nîşan dan
13 tîrmeh, 2022   00:45
QAMIŞLO – KADAR IBRAHÎM

Ji ber gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, kiryarên wê yên hovane der heqê sivîlan de, timayên wê yên dagirkirina xaka Sûriyê û ji bo gel xwe ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe amade bikin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte li seranserî herêmê ragihand.

Her wiha Rêveberiya Xweser berê jî diyar kiribû ku ragihandina rewşa awarte bi wê armancê ye ku sazî, komîn û meclisên gund û bajaran xwe ji bo parastina xaka xwe tedbîran bigirin.

Rêber Abdullah Ocalan wiha parastina û rola wê di civakê de pênase dike: “Parastin tiştekî beolojî û civakî ye. Ji kesî re nayê berdan. Hin nêrînên gelan wiha hene ku artêş û dewlet mirovan diparêze. Ev yek şaş e û ji rastiyê dûr e. Mafê parastinê mafekî rewa, pîroz e û ji kesekî re nayê berdan. Kes ji ber kesekî din parastinê nake. Eger yek bi xwe parastinê neke ew ê ji wateya mirovatiyê dûr bikeve û bibe kole û mirîdê kesên din.”

/kr/uploads/files/2022/07/12/172718_-.webp

Der barê vê mijarê de, şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo nîşan da ku ew ji bo rûbirûbûna bi êrişên dagirkeriya Tirk re li gor bingeha şerê gel ê şoreşgerî amade ne. Welatiyê bi navê Ebdî Xelef diyar kir ku bi giranbûna êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, pêkhateyên herêmê êdî girîngiya parastinê nas dikin.

Xelef got pêwîstiya qonaxa hemdem bi xwerêxistinê li gor fikrê rêber Ocalan ê şerê gel ê şoreşgerî heye û wiha anî ziman: “Rêber Ocalan ji me re diyar kir ku gel çarenûsa xwe bi xwe diyar dike û ew xwediyê şoreşê ye. Îro jî em li ser wê şopê dimeşin ku divê her welatiyek metirsiyên derdora xwe nas bike.”

Xelef wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker siyaseta qirkirina gelan dide meşandin, divê em vê yekê nas bikin ku hebûna me û destkeftiyên şoreşa me dixe metirsiyê. Divê herkes li gor bingeheke şoreşgerî xwe birêxistin bike ji bo parastina welatê xwe. Em wek şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, me bi hezaran şehîd dan û em ê her li ser şopa wan bin, em gavekê jî paşve navêjin û dev ji nirxên xwe bernadin.”

/kr/uploads/files/2022/07/12/172735_-_1.webp

Welatiyê bi navê Hisên Xalid jî got: “Dagirkeriya Tirk ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve gefan li dijî herêmê dixwe nexasim piştî binkeftina opozîsyon û rêjîma Sûrî di aliyê birêxistinkirina gel de. Berovajî Rêveberiya Xweser a ku xaka Sûriyê parast û teror têk bir. Ji ber wê jî dewleta Tirk a dagirker herêmê û gelên wê hedef digire.”

Der barê erkê ku ser milê welatiyan de, Hisên Xalid got: “Di vê qonaxa dîrokî de pêwîstiya gel bi xwebirêxistinkirinê li gor bingeha şerê gel ê şoreşgerî di aliyên aborî, leşkerî û siyasî de heye. Her wiha divê em piştgiriya hêzên leşker bikinî.”

Xalid wiha pê de çû: “Şoreşa me ne wek şoreşên din e; ji ber ku ew projeyeke demokratîk di nav xwe de dihewîne. Erkê me jî ew e ku em navçe, kolan û gundên xwe biparêzin, ji ber ku dijmin bi hemû awayan hewl dide îradeya gelên ku bi projeya demokratîk bawer in, têk bibe.”

/kr/uploads/files/2022/07/12/172752_-.webp

Welatiya bi navê Rifa Murad wiha anî ziman: “Gefên dewleta Tirk a dagirker ne tiştekî nû ne, ew bi salan e hewl dide gelên herêmê qir bike û xaka Sûriyê dagir bike. Em wek şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, me gelek şehîd dan û em ê li ser şopa wan bin.”

Di dawiya axaftina xwe de Rifa Murad destnîşan kir ku pêwîstiya qonaxa hemdem bi piştgiriya şêniyan ji hêzên QSD’ê re û xwebirêxistinkirinê heye.

(mh)

ANHA