​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em ê li hember dagirkeran çekê rakin

Şêniyên navçeya Zirganê ya kantona Hesekê destnîşan kirin ku ew ê li rex hêzên QSD’ê, li hember dagirkerên herêmê çekê rakin.

​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em ê li hember dagirkeran çekê rakin
12 tîrmeh, 2022   23:38
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên xwe çi ji aliyê leşkerî yan jî dîplomatîk ve, ji bo sekna li hember destwerdana dewleta Tirk a dagirker didomînin.

Li hember planên dagirkeriya Tirk, di 6’ê Tîrmehê de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand.

Piştî ragihandina rewşa awarte, asta amadekarî û tedbîrgirtinan li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê, zêde bû. Tedbîrên berxwedanê ne tenê ji aliyê hêzên leşkerî yên herêmê ve tên girtin, lê belê şêniyan jî bi rêya gelek boneyan rave kirin ku ew amade ne li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin.

/kr/uploads/files/2022/07/12/172503_-large.webp

Welatiyê bi navê Ebdulkerîm Elewî diyar kir ku ew armancên dewleta Tirk a dagirker red dikin û wiha anî ziman: “Armanca dagirkeriya Tirk ew e ku herêmê dagir bike û projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne, têk bibe.”

Elewî dît ku ragihandina rewşa awarte ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, biryareke di cih de ye ji bo têkbirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê, her wiha destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide wê biryarê û hêzên leşkerî ji bo parastina herêmê û wiha anî ziman: “Em ê çekê li hember dagirkerên xaka xwe rakin.”

/kr/uploads/files/2022/07/12/172435_-large.webp

Welatiyê bi navê Şerîf Îbrahîm diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tu carî îradeya wan naşikîne û wiha domand: “Em ê li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bisekinin û heta dawiyê em ê xaka xwe biparêzin.”

Îbrahîm destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku gelê Kurd qir bike û xaka Sûriyê dagir bike û ev li gotinên xwe zêde kir: “Berdêl çi dibe bila bibe em ê rê nedin dagirkeriya Tirk ku bostekê ji xaka me dagir bike.”

Îbrahîm wiha pê de çû: “Em amade ne êrişên li dijî xaka xwe têk bibin û em ê bi ciwan, kal, pîr, jin, mêr û zarokên xwe li kêleka QSD”ê bin. Em li hember êrişên dagirkeriya Tirk tu carî bêdeng namînin.”

Di dawiya axaftina xwe de Îbrahîm bang li gelên herêmê kir ku bibin yek û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û got: “Ev cenga hebûn û nebûnê ye û divê gelên herêmê xwe li gor rewşa awarte bi rêxistin bikin. Şer li ber derî ye.”

/kr/uploads/files/2022/07/12/172525_-.webp

Girêdayî mijarê, welatiyê bi navê Mihemed Ebdo diyar kir ku gelên herêmê dev ji xaka xwe bernadin û bal kişand ser girîngiya hevgirtinê ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Divê hevgirtina me berdewam bike.”

(mh)

ANHA