Jinên Minbicê: Ger bostek ax pêş de biçe dê me li hember xwe li rex şervanan bibîne

Jinên gundên li eniya şer ên bakurê Minbicê, soz dan dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ku ew ê berxwedaneke bêhempa li hember êrişên wan bidin meşandin û gotin: “Eger dagirker gavekê ber me ve bavêjin em ê tevî şervanan li hember wan bin.”

Jinên Minbicê: Ger bostek ax pêş de biçe dê me li hember xwe li rex şervanan bibîne
11 tîrmeh, 2022   23:38
MINBIC – SELWA EBDULREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û şênî jî berxwedan û amadebûna xwe li hember êrişên dagirkeriya Tirk nîşan didin.

BERXWEDAN RÊYA TEKANE YA ŞIKANDINA DAGIRKERIYÊ YE

/kr/uploads/files/2022/07/11/193030_-_1.webp

Girêdayî mijarê, welatiya bi navê Munîfe El-Hemîd a ji gundê Um Edese El-Farat ê bakurê Minbicê û li eniya şer wiha anî ziman: “Gundên me rojane rastî topbarana dagirkeriya Tirk a hovane tên ku ji baregehên xwe li herêmên dagirkirî pêk tîne. Bê cudahî mirov û kevir dike hedef.”

Munîfe El-Hemîd wiha domand: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca tirsandina me û têkbirina aramiya herêmê, gundên me bi şev û roj topbaran dike.”

/kr/uploads/files/2022/07/11/193010_-.webp

Munîfe El-Hemîd wiha axaftina domand: “Dagirkeriya Tirk di serî de di radeya yekemîn gel hedef digire, ku di encamê de ziyan digihêje mal û milk, mirov û jêdera rizqê wan. Her wiha zarok jî şehîd dibin, gelo guneha wan çi ye?”

Munîfe El-Hemîs ev li gotina xwe zêde kir: “Şênî ji ber topbarana dagirkeriya Tirk û ji ber tirsa li ser jiyana zarokan bi şev koçberî gundên derdorê dibin û bi sibehê jî vedigerin gundên xwe û di zeviyên xwe de kar dikin.”

Munîfe El-Hemîd got: “Jinên gundên li eniya şer ji topbarana dagirkeriya Tirk natirsin û dev ji malên xwe bernadin. Lê belê dê li rex zarokên xwe bin, ax, zarok û rûmeta xwe bê tirs biparêzin. Ji rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê rewşa me wisa ye.”

Her wiha Munîfe El-Hemîd wiha axaftina domand: “Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dixwazin xêr û bêra welatê me bidizin, îradeya me û ya jinan di serî de têk bibin, da ku wê bişkîne û rê li ber berxwedana wê bigirin. Lê ev ji devê wî dûr e.”

RAKIRINA ÇEK RÊYA TEKANE YA PARASTINA HERÊMÊ YE

Têkildarî mijarê welatiya bi navê Emîne El-Cerah a ji gundê Mihsenê yê bakurê Minbicê wiha nêrîna xwe rave kir: Dewleta Tirk a dagirker rojane gundên me topbaran dike. Bi taybet berbanga sibê û piştî nîvê şevê da ku tirsê di nav şêniyan de belav bike.

Emîne El-Cerah wiha pê de çû: “Jinên li gundên ser sînor bi hêz in di axa xwe de kar dike. Ji topbarana dagirkeriya Tirk natirse. Heke dagirkerî bostek nêzî axa me bibe, em ê li rex şervanan bin û çek rakin.”

Emîne El-Cerah teqez kir ku ew nahêlin gundên wan bê dagirkirin û tevlihevî tê de belav bibe mîna li herêmên din ên dagirkirî rû dide weke Efrîn, Cerablus û Babê.

Her wiha Emîna El-Cerah got: “Li ser bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan li gorî rêgeza neteweya demokratîk em di nava ewlehiyê de ne û xwe bi xwe, kar û barên xwe bi rêve dibin.”

Di dawiyê de Emîne El-Cerah got: “Em nahêlin dagirkeriya Tirk axa me dagir bike. Ez ê biçim eniyan. Ez ê li rex zarokên xwe çek rakim û heta dawiyê li ber xwe bidim.”

(mh)

ANHA