Li gundekî dagirkirî yê rojavayê Helebê keçek hat kuştin

Li gundê El-Ebezmo yê dagirkirî yê rojavayê Helebê mêrek keça xwe ya 17 salî kuşt, piştî ku îşkence lê kir.

Li gundekî dagirkirî yê rojavayê Helebê keçek hat kuştin
11 tîrmeh, 2022   13:42
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih ji nûçegihanê me re ragihand ku li gundê El-Ebezmo yê dagirkirî yê rojavayê Helebê mêrek keça xwe ya 17 salî kuşt.

Li gorî nûçegihanê me, mêrik yê bi navê M.E. keça xwe bi banê malê ve girê daye û bi tundî lê daye, di encamê de xwîn di nav laşê wê de belav bûye û yekser miriye.

Heman çavkaniyan diyar kir ku M.E. dema keça xwe bin ax dikir, îdia kir ku keça wî ji ber jehrîbûna xwarinê jiyana xwe ji dest daye.

Li herêmên dagirkirî bûyerên kuştin, destavêtin û revandina jinan û zarokan rû didin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 100 jin kuştine, zêdetirî hezar jin revandine. Her wiha destavêtine zêdetirî 80 jinan û zêdetirî 215 birîndar kirine.

(şx)

ANHA