Prof. Atmîş: Çareserkiya aloziya Iraqê bi avakirina dewleteke sivîl a demokratîk pêkan e

Profesorê iraqî Sadiq Atîmş sedemên qeyranên li welatê xwe vegerand destewerdana hêzên herêmî û navneteweyî. Her wiha bal kişand ser rola qirêj a PDK'ê û got: “Pêwîstiya xilasiyê ji aloziya heyî, bi guhertineke giştî û çûna ber bi dewleteke sivîl a demokratîk û modern ve heye.”

Prof. Atmîş: Çareserkiya aloziya Iraqê bi avakirina dewleteke sivîl a demokratîk pêkan e
7 tîrmeh, 2022   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Iraq ku welatekî bi petrol û gazê dewlemend e, di nava krîzên kûr de ye. Welatê ku hêzên navneteweyî û herêmî bi rêya wekîlên xwe yên li hundir destwerdana wî dikin, heta niha ji ber xitimîna siyasî û binkeftina hikumetê nekariye aloziyên xwe derbas bike.

Profesorê iraqî Sadiq Atîmş aloziya Iraqê vegerand hebûna gelek hêzên herêmî û got: “Ne gengaz e ku berjewendî û timayên hêzên herêmî li Iraqê bêyî ajanên di hundir Iraqê de pêk werin. Ev ajan bandorê li xebatên siyasî jî dikin. Partiyên Kurd ên desthilatdar jî ji vê rewşê ne dûr in. Ev rastiyeke nayê înkarkirin di siyaseta giştî ya hikumeta herêmê de ye ku êdî têkoşîna gelê Kurd û hêzên pêşverû ji bo bidestxistina mafên xwe, azadî, demokrasî û avakirina hêzeke serbixwe di nav pergalên liberal ên demokrat de ku ber bi dewleteke sivîl ya modern ve, ne xema wê ye.”

Profesorê iraqî Sadiq Atîmş têkildarî rewşa Iraqê û aloziya siyasî ya heyî, sedem û encamên wê, rola kirêt a PDK`ê, çawa Başûrê Kurdistanê veguheriye Barzanistan berpirsa pirsên me dan.

HEVPEYVÎN WIHA YE:

Aloziya siyasî li Iraqê berdewam e. Tevî ku 8 meh di ser hilbijartinên parlamantoyê ên pêşwext re derbas bûne, lê hikumet hîna nehatiye avakirin. Bi nêrîna we sedem çi ye?

Ev nakokiyeke domdar di navbera partiyên desthilatdar û hêzên hegemonîk de ye. Lê têkiliya wê tu carî bi hewldana nîştimanî ya ji bo çareserkirina êş û azarên giran ên piraniya xelkê Iraqê tune ye ku ji ber pergala parvekirinê, gendelî, talankirin, wêrankirin, tayîfiyet û şer di dojehê de ne. Têkiliya wê bi avakirina welatekî serbixwe yê ewle, pêşketî û xistina berhemên Iraqê di xizmeta welatekî azad û gelekî de dilşad tune ye. Lê belê ev nakokî tê wateya zêdebûna diziyê ji aliyê beşên desthilatdar ve, xemseriya partiyan û hewla afirandina aloziyên li dû hev e, da ku parvekirina erkan, xenîmetan û qezenciyan bidomînin.

Ev rêya ku partiyên desthilatdar îro tê de dimeşin, misogeriya yekane ya berdewamkirina hegemoya wan e. Xitimîna heyî jî, beşek ji nakokiyê ye ku tu feyda li gel û welat nake.

Kî li pey aloziya siyasî ya li Iraqê ye?

Gelek hêz li paş vê aloziyê hene û ji bo kûrkirin û berdewamkirina vê aloziyê dixebitin. Êdî guman û şik nîne ku ev hêz berpirsa êşên rojane yên xelkê Iraqê ne.

Eşkere ye, tevahî hêzên herêmî û navneteweyî qada Iraqê ya binpêkirî wekî derfetekê ji bo pêkanîna ajande û planên xwe dibînin. Dibe ku ev hêz, hegemoniyeke erdnîgerî bi dest bixe piştî ku hewl bide wê parçe bike. Îran, tima dike ku Iraqek ji Semera heta Besrayê di bin wîlatiyeke meleyî û taîfî de pêk bîne. Tirkiyê dixwaze sînorên dewleta osmanî vegerîne da ku Kurdistana başûr tevî Kerkûk û Musilê bibin sînorên nû yên dewleta nû ya erdoganî ya nijadperest. Dewletên Kendavê jî hewl didin herêma rojavayê Iraqê bibe kûrahiya wê ya stratejîk a nû û jêdereke diravî ya din ji bo xwediyên zik û kursiyan, da ku bêtir siyasetên xwe yên girêdayîbûnê bi cih bînin, nemaze girêdayî zêdebûna nêzîkbûna siyasî, aborî û çandî bi dewleta Îsraîl a nijadperest û armancên wê yên berfirehker li herêmê û dijminahiya wê bi tevgerên rizgariya neteweyî û aştiya civakî re.

Ev hemû hêzên ku ji aliyê siyaseta welatên sereke ve yên xwedî berjewendiya rasterast di çêkirina vê rewşê de li Iraqê tên birêvebirin, eger kesek nebe ku projeyên wan li ser axa me cîbicî bike, nikarin bigihin armancên xwe. Ajanên Îranê yên di desthilatê de yan jî li rex wê, hertim bi hinceta xilaskirina şîîyên Iraqê bi rêya wîlayeta feqîh a şofanîsta paşketî, hewl didin Iraq, gelê wê û xêr û berakata wê radestî Îranê bikin. Ev ajan, piraniya partiyên şîî yên desthildar in ku komên xwe yên çekdar li her derê welêt belav kirine. Terora xwe ya taîfî di bin navên cuda de; parastina mezhebê yan jî parastina ol yan jî welêt pêk tînin. Ji ber wê ev partî, ji ber di desthilatê de ye, hewl da aloziya kûrtir bikin, aloziya biafrînin, nezanî, nijadperestiya êlî belav bikin. Ev yek di nakokiyên çekdar de di navbera êlên şîa de bi taybet û hegemoya van êlan li ser ewlehiya welatiyan diyar bû. Êdî bûne dewletek di nav dewletekê de.

Tirkiye, li Iraqê piştgiriyek ji siyaseta xwe ya nijadperest a şofanîst re dît, nemaze ku karî sûd ji rewşa lawaz a dewleta Iraqê di hemû waran de bigire. Li rex wê jî, tawîzên ku hikumeta Kurdistana başûr û partiyên wê PDK û YNK`ê dane wê, derfet da Tirkiyê derbasî axa Iraqê bibe, gelek gundên Kurd li ser sînor li pêş çav û guhê hikumeta herêmê wêran bike. Bêyî ku li ser van sûcan îtîraz bike. Ji wê zêdetir em dikarin bêjin ji ber nepejirandina şoreşa kurdî û fikrên wê yên rizgariyê, hikumeta herêmê destek da vê yekê. Serdanên rayedarên hikumeta herêmê bo Tirkiyê û koordîneya bi nijadperest û şofanîst Erdogan û hikumeta wî re, nîşaneyên bêdengiya wê li hember sûcên artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê û rojavayê wê ne. 

Li herêma rojavayê Iraqê jî ku tê de kesên îdia dikin ku xwedî li mezheba sunnî û parastina alîgirên wê derdikevin, pir in, koordîne bi dewletên Kendavê re yan jî komên terorîst mîna DAIŞ, Cebhet El-Nusra û yên din re pêk anîn. Ev yek bi rêya partiyên olî û netewperest mîna Hizb El-Islamî ya Iraqê û bermahiyên Partiya Baas a Iraqê, Tevgera Neteweyî ya Ereb pêk anî. Bi qasî ku dikarin xebatên siyasî asteng kirin, nakokiyên mezhebî gûr kirin, tevliheviyeke herdem afirand, li beramber ku derfetê bidin partiyên desthilatdar ku diziyê berdewam bike û ew jî bibin şirîkê wan. Li rex wê jî, desteka ku dewletên Kendavê dide wan berdewam kir ku timayên wan di vî beşî de hene. 

Bi nêrîna we çima Tevgera El-Sedir vekişî?

Ew bi xwe sedema îstîfayê nizanin. Axayê wan ji wan re got, îstîfa bikin, wan jî îstîfa kir bêyî ku sedemê bizanin. Hinek dudulî bûn ku îstîfa bikin da ku destkeftiyên madî bi dest bixin, lê ji ber tirsa ji encamên vê yekê, îstîfa kirin. 

Îstîfa, derfet da hevrikê El-Sedir, Nûrî El-Malikî ku dîktatorê serdema xwe ye bihaneyeke destûrî bibîne ji bo ku bloka herî mezin di parlamentoyê de ava bike. Bi vê yekê rêjeya kursiyên Dewleta Yasa bi serkêşiya El-Malikî di parlamentoyê de ya herî mezin bû. Her wiha lîsteya Dewleta Yasa di Hemhanga Şîî de jî zêde bû û hejmara nameztên wê bû 72. Ev îşaret pê dike ku kontrola Nûrî El-Malikî her ku çû pirtir bû û hewldana wî ya dîktator ku careke din dest deyne li ser desthilata rêveber, siyaseta parvekirinê ya kirêt bidomîne, 8 salên berê dubare bike. Heta ku El-Malikî, rêzdariya gelê Iraqê bi dest nexist û negihişt lûtkeya desthilatê, lê dê bandor li hikumeta bê bike heke beriya lidarxistina hilbijartinên nû, ava bibe.

Nîqaş li ser serokatiya Iraqê di navbera hêzên kurdî de heye. Lihevkirinek di navbera PDK û YNK`ê de têkildarî serokatiya Iraqê û serokatiya herêma Kurdistan heye, lê PDK`ê ev lihevkirin binpê kir. Bi nêrîna we çima wisa kir û armanca sereke çi ye?

Mixabin partiyên Kurd jî ji xendeka gelê Iraqê û gelê Kurd û berjewendiyên gelê Kurd li Kurdistanê dûr ketin. Ew li destkeftiyên malî, siyasî û erkên payebilind digerin. Bêdengiya wan li hember kiryarên wê wek dewletek di nav dewletekê de, hewldana wê ku Kurdistana başûr bike stargeha dijminên gelê Kurd û dijminên rizgariyê û xwediyên fikrê paşverû yê nezan, ne ji bo berjewendiyên nîştimanî ne. Lê belê ji bo ku hegemoniya, pere û qezenciyên din bi dest bixe. Xelkê me li Kurdistana başûr herêm bi `Barzanistan` bi nav dikin. Ji ber PDK`ê veguheriye partiyeke malbatî ya barzaniyan, mîna sûcdar Sedam Huseyn Partiya Baas kir partiya malbat û xizmên xwe.

Siyaseta ku li piraniya Iraqê tê meşandin, têkiliya wê bi pêdiviyên zanistên siyasî, tune ye, lê belê siyaseta parvekirina her tiştî ye ku partiyên desthilatdar li Iraqê li ser bingeha `Ev ya min e û ev ya te ye` dimeşînin. Gel jî bila cotkatiyê li deryayê bike!

Gelo xeteriya hevkariya PDK`ê bi Tirkiyê re li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê çi ye?

Min li jor bibîr xist ku berjewendî û timayên hêzên herêmî li Iraqê hene û bêyî ajanan ev yek pêk nayê. Partiyên kurdî yên desthilatdar jî ji vê rewşê ne dûr in. Ev rastiyeke ku nayê înkarkirin di siyaseta giştî ya hikumeta herêmê de. Her wiha têkoşîna gelê Kurd û hêzên pêşverû ya ji bo bidestxistina mafên xwe, azadî, demokrasî û avakirina hêzeke serbixwe di nav pergalên liberal ên demokrat de ku ber bi avakirina dewleteke sivîl ya modern ve bibe, ne xema wê ye. Partiyên kurdî yên li Kurdistana başûr hewl didin projeyên siyaseta nû ya Amerîkayê li herêmê bi rêya projeya wê ya nû bi navê `NATO`ya Rojhilata Navîn` pêk bîne ku heman armanca Tirkiyê ye. Wek endameke NATO`yê Tirkiye hewl dide bi hevkariya Misir, Urdun, Îsraîl û dewletên Kendavê vê yekê pêk bîne da ku hegemoniya li ser gelên herêmê zêde bike û berê xwe bide şerê li dijî tevgerên wê yên rizgariyê, her yek li gorî herêm an jî pirsporiya xwe. Tirkiyê teqez di Kurdistanê de pirspor e. Partiyên kurdî yên li Iraqê jî, alîkariya wê di vê yekê de dikin da ku di nav `NATO`ya Rojhilata Navîn` de bin.

We di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku Iraq ber bi nediyariyê ve diçe û partiyên desthilatdar ên Kurd û Ereb jî ji bo berjewendiya neteweyî tevnagerin, dewleta Tirk a dagirker sûd ji rewşa Iraqê digire, ew jî dagirkirina derevan din e. Bi nêrîna we, Iraq ber bi ku ve diçe?

Rewşa îro ya welatê me Iraqê, nivîsa civaknasê iraqî Dr.Elî El-Werdî ya li ser sîzofreniya tîne bîra min. Mixabin ev rewş di nav beşên Iraqê de zêde belav bûye.

Li vir jî, divê em teqezî bi xwezaya van beşan bikin ku partiyên desthilatdar hewl didin nezanî û paşverûtî di nav wan de belav bikin, çi dixwazin ji wan re pêşkêş dikin da ku di hilbijartinên şaredariyan yan jî giştî de yan jî di pêşwazîkirina rayedarên partiyan an jî milîsên çekdar û heta komên bazirganiya madeyên hişbirê û fihuşê de bi kar bînin. Ev kes, pereyên wan hene, pê birçîbûna xelkê, bêkariya belavbûyî û xizanî keysbaz dikin da ku xelk piştevahiya wan bikin.

Li aliyekî din, ji 2011`an ve tevgereke têkoşînê ya gel heye ku dizane banga çi dike û çawa hêzên ciwanan dike xizmeta vê rêyê ku di encamê de ji 2019`an ve, şoreşeke mezin a ciwanan dest pê kir û heta niha li parêzgehên başûr û li kurdistana başûr jî berdewam e. Ev partiyên desthilatdar ku bi çek li hember vê serhildanê sekinî û di encamê de bi hezaran hatin kuştin, birîndar bûn û astengdar bûn.

Li gorî min, çarenûsa nediyar a Iraqê ku berê min behsê kiribû, hîna berdewam e. Heke hêzên desthilatdar ên Ereb û Kurd, siyaseta parvekirinê û beza li dû xenîmetan berdewam bikin, gel û mafên wî di jiyaneke guncew a li gorî derfetên li Iraqê de paşguh bikin, bi nêrîna min ev çarenûs nayê guhertin. Lê tenê bi rêya guhertineke giştî ya vê pergalê û hewldana sepandina dewleteke sivîl a demokratîk û modern, dê pêk were.

Ez li şûna hevgirtina navneteweyî bi gelê Iraqê re di têkoşîna wî ya ji bo pêkanîna vê guhertinê de tu alternatîfan nabînim.

(şx)

ANHA