Ferînaz Etiyê: Şidandina tecrîdê ji bo qelskirina têkoşîna gelê Kurd e

Mamosteya zanistên siyasî Dr. Ferînaz Etiyê tecrîda şidandî ya li ser rêber Abdullah Ocalan bi doza kurdî ve girê da û wekî hewldaneke dewleta Tirk ji bo qelskirina têkoşîna kurdan a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi nav kir.

Ferînaz Etiyê: Şidandina tecrîdê ji bo qelskirina têkoşîna gelê Kurd e
7 tîrmeh, 2022   05:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a faşîst tecrîda şidandî ya daniya ser rêber Abdullah Ocalan dewam dike û nahêle ku parêzer û malbat hevdîtinê bikin. Li kêleka wê jî bi awayekî asayî “cezayên dîspilînê” ku bi mehan dirêj dike, lê ferz dike. Her ku dema “cezayekî” bi dawî dibe, cezayekî din tê birîn.

Deshilata Tirkiyê ya faşîst serlêdanên heftane yên malbatê û parêzeran bê bersiv dihêle. Parêzerên rêber Ocalan piştî 8 salan ji tecrîdê di 2-22`yê Gulanê, di 12-18`ê Hezîranê û di 7`ê Tebaxa 2019`an de hevdîtin pê re kiribûn. Ji wê dîrokê ve û heta niha bersiva serlêdanên ji bo hevdîtinê nayê dayîn.

Rêber Abdullah Ocalan ji dema ku bi komployeke navneteweyî ve di sala 1999`an de hatî girtin û heta roja îro, li dijî tecrîda mutletq a di Girtîgeha Îmraliyê de li ser tê ferzkirin berxwedaneke dîrokî raber dike.

Têkildarî sûcên ku dewleta Tirk a faşîst li dijî rêber Ocalan ferz dike, çalakvana siyasî ya misirî û mamosteya zanistên siyasî Dr. Ferînaz Etiyê dibêje, zextên ku Tirkiyê li dijî birêz Abdullah Ocalan dimeşîne, bi yek carî dûrî mirovahiyê û qanûnên mafên mirovan in.

Ferînaz Etiyê destnîşan kir ku piştî ferzkirina tecrîda şidandî li ser rêber Ocalan, niha dewleta Tirk hewl dide zêdetir dor lê teng bike û bi wê yekê bi hestên gelê Kurd dilîze, yê ku rêber Ocalan wekî sembola doza kurdî dihesibîne.

Dr. Ferînaz Etiyê dibêje ku cezayên li pey hev ên li ser rêber Ocalan tên birîn, hewldaneke ji bo çewisandin û têkbirina têkoşîna gelê Kurd, her wiha ji bo rêgirtina li ber belavkirina fikirên rêber Ocalan e. Ferînaz Etiyê wiha axaftina xwe dewam kir: “Dixwaze dorê li birêz Ocalan teng bike da ku fikirên wî negihêjin gelê Kurd. Ji ber ku fikirên wî piştgiriyê didin kurdan. Ji aliyekî din ve jî da ku têkoşîn û şoreş li dijî kiryarên dagirkeriya Tirk nîn be, bi taybet jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî sûcên hiqûqî û mirovî yên ku dewleta Tirk li dijî rêber Ocalan pêk tîne, hêrseke mezin heye. Bertekên gel ên li dijî van sûcan roj bi roj zêdetir dibin û banga bidawîkirina tecrîdê tê kirin. Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê di aliyê hiqûqî û qanûnî de ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêbertî têdikoşe.

Desteya Parastina Birêz Abdullah Ocalan jî piştrast dike ku tu bingehên qanûnî yên cezayan tune ye. Li gorî qanûna mafên mirovan a cîhanê, cezayên ku ji rûmeta mirovan dixin wekî sûcekî mirovî tên hesibandin û divê Tirkiyê li ser bê cezakirin.

'RÊBER OCALAN GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ VEGUHERANDIN DIBISTANEKE FIKIRÊ SIYASÎ'

Dr. Ferînaz Etiyê bal kişand ser hewldanên Tirkiyê yên dorpêçkirin û tunekirina gelê Kurd ji aliyê fikirî yan ji aliyê pratîk û madî de yên bi rêya ferzkirina tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan û wiha pê de çû: “Girankirina tecrîdê li ser rêber Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve, hewldaneke da ku ev fikir belav nebin, her wiha da ku bandorê li ruh û pîskolojiya gelê Kurd bike.”

Ferînaz wiha dewam kir: “Dewleta Tirk rengekî ji rengên şerê taybet dimeşîne, da ku karibe herêmên kurdan dagir bike. Lê belê dê ev yek nebe, ji ber ku fikirên birêz Abdullah Ocalan di dil û mejiyê her kurdekî de ku baweriyê bi doza kurdî tîne, mayînde bûne.”

Dr. Ferînaz her wiha destnîşan kir ku ew fikir nikarin bên sînorkirin, an îzolekirin an jî tunekirin û got: “Ji ber ku Girtîgeha Îmraliyê veguherand dibistaneke fikirê siyasî. Ev fikir derdikevin û ruhê têkoşîn û şoreşê li hemberî dagirkeriya Tirk û dijminahiya wê li dijî herêmê, diçînin.”

Dr. Ferînaz bi bîr xist ku Tirkiye bi rêya zexta li ser sembola doza kurdî rêber Ocalan, hewl dide têkoşîna gelê Kurd qels bike û têk bibe.

ÎNSIYATÎFA NÛN A JI BO AZADIYA OCALAN

Vê dawiyê çalakvan û aktîvîstên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Însiyatîfa “Nûn Ji Bo Azadiya Ocalan” ragihand. Armanc ji însiyatîfê nasandina fikirê rêber Ocalan, belavkirina felsefeya wî û nasandina têkoşîna wî ya ji bo piştgiriya gelên blindest û mafên gelan ê diyarkirina çarenûsê.

Ferînaz Etiyê li ser xebatên însiyatîfê got: “Em hewl didin fikrên birêz Ocalan û armancên doza kurdî belav bikin, bi taybet ên girêdayî parastina jinan û fikirên wî yên li ser neteweya demokratîk. Aramanc ew e ku li gorî qanûnên mafên mirovan û qanûnên navneteweyî azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk were.”

PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK TÊ NÎQAŞKIRIN

Dr. Feryaz Etiyê bang li jinan kir ku di aliyê fikirî de û li ser erdê jî bi çalakiyên rabin, daxuyaniyan bidin, kongre, panel û semîneran têkildarî fikirên rêber Ocalan li dar bixin, her wiha projeya neteweya demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pratîze bûye, nîqaş bikin.

Ferînaz Etiyê li ser projeya neteweya demokratîk ev tişt anîn ziman: “Tecrubeyek serkeftî ye, hemû aliyan bi awayekî wekhev li ser erdekê hembêz dike. Ji lewra divê kultura gelê gelê Kurd bê nasandi, da ku hemû tiştên şaş û rekalmên derew ên li dijî Kurdan û têkoşîna wan ji hole bên rakirin.”

Mamosteya zanistên siyasî Dr. Ferînaz Etiyê li ser wê yekê diyar kir ku armanc ew e ku neteweya Kurd bê binxistin, li ser hesabê gelê Kurd xwe berfireh bikin û xêr û bêrên wan talan bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber wê, divê her tişt bê sererastkirin, da ku bê nîşandan ku gelê Kurd gelekî ji bo aştiya navxweyî têdikoşe, ne ji bo xirabkirinê wekî ku hin dezgehên dijberî Kurdan îdia dikin.”

(cx)

ANHA