Di xetên pêş ên Bab û Minbicê de çîrok û armancên şervanan

Adar Cûdî û Diyadîn Bab li ser heman armanca rizgarkirina bajarên di bin dagirkeriyê û parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tev li meclisên leşkerî bûne ku niha jî di çeperên herî pêş de parastina welat dikin.

Di xetên pêş ên Bab û Minbicê de çîrok û armancên şervanan
7 tîrmeh, 2022   03:21
MINBIC - CÎHAN BÎLGÎN

Piştî çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê dagir kirin, jin û xortên ku axa wan hat dagirkirin, berê xwe da hêzên leşkerî û ji bo rizgarkirina herêmên xwe çek hildan. Bi têkoşîna wan şervanan Bakur û Rojhilatê Sûriyê niha ji kirasê tarîtiyê tê parastin. Bêyî ku li tiştekî şexsî bifikirin, parastina welatê xwe û rizgarkirina jinên di destê dagirkeriyê de esas girtine. Adar Cûdî û Diyadîn Bab ji wan şervanan in ku nahêlin dagirker bihostekê bikevin nava xaka wan.

Adar Cûdî, nikarîbû ji dagirkeriyê re bê deng bima û bi şahiyekê tev lê dibe, Diyadîn Bab jî bi şerê DAIŞ’ê re ku wî jî nikarîbû ji dûr de lê temaşe bike, tev li şerê Kobanê dibe.   

Şervana Meclisa Leşkerî ya Minbicê Adar Cûdî, ji Babê ye ku niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye. Adar sala 2020`an Roja Jinan a Cîhanê tev li hêzên leşkerî dibe û navê xwe jî ji wê mehê digire. Yek ji şahidên sûc û dagirkirina DAIŞ’ê li Babê ye Adar Cûdî.

Di navbera El Nusra û DAIŞ'ê de ku her du jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin xwedîkirin û mezinkirin, sala 2013'an nakokî û şer dest pê kir. Di demeke kin de El Nusra bajarê Minbicê, paşê Bab û Cerablus radestî DAIŞ'ê kirin. Paşê jî dewleta Tirk a dagirker, di 24'ê Tebaxa 2016’an de, bi DAIŞ'ê re li hev kir û li gorî peymanê Cerablus, Bab û Ezaz dagir kirin.

‘MIN RASTIYA DAIŞ’Ê LI BABÊ DÎT’

Beriya DAIŞ herêmên wan dagir bike, Adar di dibistanê de dixwend lê piştî ku DAIŞ’ê bajar dagir kir, materyalên ku çeteyan di dibistanan de ferz dikirin, qebûl nekirin û xwendina xwe di pola 7`an de sekinand. Adar Cûdî, rastiya DAIŞ’ê li Babê bi awayekî şênber dibîne û dibejê: “Civaka Babê gelekî girtî ye, jinan difetisîne. Rol û nêrîna jinan tune ye. Zilam desthilatdar in. Di civakeke wiha de me nikarîbû nêrînên xwe bînin ser ziman. Jin di malê de sînordar dikirin. Dema DAIŞ ket bajar, ji civakê zêdetir zext li me dikir. Civakê her çi qas zext li me dikir, DAIŞ’ê 10 qet zêdetir li me kir. Bab bi ola îslamê ve gelekî hatibû girêdan lê tiştê DAIŞ’ê dikir, ji îslamiyetê gelekî dûr bû. Ji ber wê jî me jiyana me gelekî zehmet bû. Rastiya DAIŞ’ê min li Babê dît.”

Di sala 2012`an de malbata Adar Cûdî neçarî koçberiyê li gundê rojhilatê Babê Arîma bûn ku ev gund jî di bin dagirkeriya DAIŞ de bû. Piştî ku DAIŞ ji herêmê derket tam dema gotin ji desthiladariyê xilas bûn vê care jî dewleta Tirk a dagirker Bab dagirkirin. Adar Cûdî li ser vê dibejê dewleta Tirk ji DAIŞ ne cûdatir bû. Piştî ku dewleta Tirk Babê dagir dike neçar dimînin ku berê xwe bidin bajarê Minbicê. Piştî ewqas zilm û rastiya dijmin dibîne Adar Cûdî, biryara tev libûnê dide, lê ji ber temenê wê biçûk bû çend sal disekine û di sala 2020`an de tev li nav hêzên leşkerî dibe.

MALBATA WÊ BI ŞAHIYÊ EW TEV LÊ KIR

Ji bo biryara tevlêbûna xwe û sekna malbata xwe Adar Cûdî van tiştan dibejê: “Malbata min welatparêz e. Ji wê zêdetir sekna şervanên jin bi taybetî jî çekhildana jinan, têkoşîna azadiyê jinê bandorek li min kirk u ez tev li bibim. Piştî ez tev li bûm gelek guhertin di kesayeta min de pêk hatin. Beriya ez tev libibin xwedî kesayetek lewaz bûm. Heya asteke ku min nikarîbû nêrîna xwe bînim ser ziman. Lê niha ez gihîştim asteke ku bi civakê giştî re rûdinim û nêrîna xwe parve dikim. Min kesayet û fikre xwe xurt kir. Di vê gavê de malbata min jî piştgiriya min kir ku bi razîbûna wan jî ez tev libûm. Malbata min destpêkê fikre rêxistinê bi min dan naskirin û derfet dan min ku ez vê rêyê hilbijêrim. Dema ez tev libûm malbata min şahî çê kir. Piştî ez tev libûm du jinên Babê jî tev li bûn. Ev cihê keyfxweşiye mezin e ku civaka ke girtî de tev libûnên jinan çê bibin.”

`DEMA ME BAB RIZGAR KIR EM Ê JINÊN LI WIR JÎ RIZGAR BIKIN`

Her çi qas ev tiştê ku aniye ziman bandor li Adar Cûdî,kiribe jî beriya her tiştî dagirkirina herêmên Rojavayê Kurdistanê wekî kulekê li ser dilê wê maye ku soza rizgarkirina Babê daye xwe û dibejê: “Armanca min a yekem rizgarkirina axa me ye, paşê jî rizgarkirina hişmendiya civaka me ye. Rewşa jinên li Babê her xirabtir dibe. Ji ber ku ew fikre DAIŞ êdî bandore li gel dike. Rengê û nêrîna jinê niha li Baba dagirkirî tine ye. Tecawûz, kuştin, revandin li Babê her diçê zêdetir dibe. Derfeta jinê tine ye ku jin ji vê zilmê rizgar bibe. Dema ku me bajarê xwe rizgar kir emê jinan jî rizgar bikin. Ji ber wê hin zêdetir pêwîstiya rizgarkirina Babê heye. Beriya ednîgariyê divê em jinan rizgar bikin. Armanca min a serêkê rizgarkirina Babê ye.”

`EM DI ASTA TÊKBIRINA ÊRIŞAN DE NE`

Bi vê biryardariyê Adar Cûdî, xwe di aliyê leşkerî de xurt kir û tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû. Niha jî çepêrên şer de cihê xwe digre û ji bo gefên dewleta Tirk a dagirker li ser Minbicê van tiştan tine ser ziman: “Di nav meclisê hebûna hemû pêkhateyan dihelê ku em hin zêdetir civakên Bkaur û Rojhilatê Sûriyê binasin. Em ji gefên dagirkeran natirsin. Ji ber ku meclisa me di wê asteye ku em dikarin êrişan têk bibin. Bi yekdestî û piştgiriya gelên xwe emê hewildanan jî têk bibin. Divê ciwan berê xwe bidin meclisên leşkerî.”

LI SER ÇI TEV LI ARTÊŞA AZAD BÛ Û ÇI DÎT?

Yek ji şervanên ji bajarê Bab ku di bin dagirkeriyê de ye, Diyadîn Bab e ku endamê Meclisa Leşkerî ya Babê ye û niha li gundewarên Babê di nava xweparastina rewa de ye.

Di pêvajoya destpêka Bihara Gelan de Diyadîn Bab li Babê dibistana amedahî de dixwend. Dema ku xwepêşandanên li hemberî hikumeta Şamê çêbûn 2 xalên wî ji aliyê hikumeta Şamê ve tên qetilkirin. Piştî qetilkirina her du xalên xwe Diyadîn Bab û 2 xal, 2 kurapên xwe li dijî hikumeta Şamê tev li serhildanan dibin. Li ser vê armanca tolhildanê jî di sala 2013`an de tev li nava Artêşa Azad dibe. Diyadîn Bab ji bo tevlêbûna nav Artêşa Azad van tiştan dibejê: “Destpêka avakirina Artêşa Azad ne wekî niha bû ku li herêmên dagirkirî niha sûcan dikin. Armanca min a destpêkê xistina hikumeta Şamê bû. Li ser wê ferza min li baregeha Kuyers a girêdayî Helebê çêkirin. Nêzî 2 salan ez li wir mam.”

JI TIRKIYÊ BERÊ XWE DA BERXWEDANA KOBANÊ

Piştî ku DAIŞ’ê êrişî Babê kir, di navbera DAIŞ û Artêşa Azad de pevçûn derket. Kesên di nava Artêşa Azad de cih digirt, tev li DAIŞ’ê bûn. Diyadîn û 17 hevalên xwe jî berê xwe da Tirkiyê. Ji bo çûyîna Tirkiyê van tiştan tîne ser ziman: “Di 2013`an tev li Artêşa Azad bûm û 2014`an jî ji nav wan veqetiyam. Piştî şerê DAIŞ’ê û Artêşa Azad derket, DAIŞ’ê gelek hevalên me kuştin. Piştî em çûn Şêx Ibrahîm Benawî û Zahir Lewinî dan û standin bi YPG`ê re çêkirin ku em li dijî êrişên DAIŞ’ê bi hev re şer bikin. Hem tola hevalên xwe hildin û herêmên dagir kirine, rizgar bikin. Ji ber hişmendiya terorîstan bi wan re hebû. Armanca min cuda bû û ya wan cuda bû. Tevlêbûna kesên di nava Artêşa Azad û DAIŞ’ê de hişt ku ez û hevalên xwe ji herêma Babê derkevin û berê xwe bidin Tirkiyê. Salek û nîv ez li Tirkiyê mam. Bi şerê Kobanê re ez vegeriyam û tev li şerê Kobanê bûm. Bi hevalan re me Kobanê rizgar kir.”

DI HEMÛ ENIYÊN PÊŞ ÊN LI DIJÎ DAGIKERAN DE CIH GIRTIYE

Piştî Diyadîn Bab tev li nav refên QSD`ê dibe kurap, birazî, bira û xalê wî jî li du şopa wî tev li QSD`ê dibin. Diyadîn Bab, piştî şerê Kobanê, hemleya rizgarkirina Minbicê, Tebqa, Reqa, Dêrazor û êrişî herî dawî yên li Serêkaniyê, Girê Spî, Eyn Îsayê de cih girt. Di hemleyên rizgarkirina Reqa û Dêrazorê de 2 caran ji dest, ling û serê xwe birîndar bû. Niha jî li dijî êrişên dewleta Tirk li gundewarên Babê di nava xweparastina rewa de ye. Diyadîn Bab, tîne ser ziman ku armanca wî ya sereke wekî ya Adar Cûdî ye ku dibejê “Ez ê gelê xwe ji nav lepên dagirkeran rizgar bikim.”

`ME LI VIR XWÎN RIJANDIYE, EM DEV JÊ BERNADIN`

Diyadîn Bab diyar dike ew tu carî destûrê nadin derbasbûna dagirkeran û lê zêde dike: “Me li vê herêmê şehîd dane, em bi hêsanî ji tu kesî re nahêlin û dev ji herêmên xwe jî bernadin. Li van herêman me xwîna xwe daye û em destûrê nadin dagirkeran. Niha jî em di nava baldariyê de ne ku çi êriş li ser axa me çêbe, em ê li dijî wê di çarçoveya xweparastina rewa de bersivê bidin.”

ANHA