Li Helebê şevbuhêrka “Huner parastina nasnameya gelan e”

Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya taxa Şêxmeqsûd bi dirûşma “Hunerê resen parastina nasnameya gelan e”, şevbuhêrkek li dar xist.

Li Helebê şevbuhêrka “Huner parastina nasnameya gelan e”
Li Helebê şevbuhêrka “Huner parastina nasnameya gelan e”
Li Helebê şevbuhêrka “Huner parastina nasnameya gelan e”
Li Helebê şevbuhêrka “Huner parastina nasnameya gelan e”
Li Helebê şevbuhêrka “Huner parastina nasnameya gelan e”
Li Helebê şevbuhêrka “Huner parastina nasnameya gelan e”
6 tîrmeh, 2022   20:36
HELEB-ARIF SILÊMAN

Şevbuhêrk li herêma Cibênat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li dar ket. Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û partî tev lê bûn.

Di destpêkê de endamê Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê Ridwan Agirî axivî û pêwîstiya parastina çand û kulturê destnîşan kir.

Her wiha Ridwan Agirî êriş û gefên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li gelên herêmê kir ku ax û çanda xwe biparêzin.

Paşê, Koma Agirî û Koma Çiyayên Kurmênc stranên bi zimanên erebî û kurdî gotin.

Stranbêjan; Elî Dawûd û Ebdurehman Çawîş stran ji çanda Efrînê gotin.

Di dawiya şevbuhêrkê de şênî xelekên govendê li ber stranên efrînî gerandin.

(şx)

ANHA