​​​​​​​YNK’ê kongreya HDP‘ê pîroz kir

Rêveberiya Polîtburoya YNK’ê, 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê pîroz kir.

​​​​​​​YNK’ê kongreya HDP‘ê pîroz kir
5 tîrmeh, 2022   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Polîtburoya YNK’ê Emîn Babeşêx bi peyamekê 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pîroz kir.

Emîn Babeşêx, di peyama xwe de wiha got: “Bila Kongreya 5’emîn li HDP’ê pîroz be. Hêviya me ew e ku kongre bibe wesîleya hevdû fêmkirinê û çareseriya pirsgirêka Kurd.

Em hêj jî pê bawer in ku wê çareseriya pirsgirêkan bi aştiyê bibe û em wek YNK dibêjin ku em ê piştgiriya her gava ji bo aştî û aramiyê bikin.“