Komîteya Rêveberiya Dibistanên Dêrikê xwendekarên serkeftî xelat kirin

Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Dêrikê ji bo 17 xwendekerên serkeftî şahiyek li dar xist.

Komîteya Rêveberiya Dibistanên Dêrikê xwendekarên serkeftî xelat kirin
Komîteya Rêveberiya Dibistanên Dêrikê xwendekarên serkeftî xelat kirin
Komîteya Rêveberiya Dibistanên Dêrikê xwendekarên serkeftî xelat kirin
Komîteya Rêveberiya Dibistanên Dêrikê xwendekarên serkeftî xelat kirin
Komîteya Rêveberiya Dibistanên Dêrikê xwendekarên serkeftî xelat kirin
Komîteya Rêveberiya Dibistanên Dêrikê xwendekarên serkeftî xelat kirin
5 tîrmeh, 2022   14:40
 QAMIŞLO

Xwendekarên serkeftî û malbatên wan li Navenda Saziya Zimanê Kurdî ya li navçeya Dêrikê kom bûn. Di şahiyê de Rêveberiya Navendê û mamosteyên Dêrik û gundên wê beşdar bûn.

Di şahiyê de endamê rêveber ê navendê Hawar Hesen xwenderên serkeftinî pîroz kir û hêvî kir ku serkeftin hertim para wan be.

Encamên xwendekarên serkeftinê wiha ne; Rama Mamo di refa 12 ya metaryala kurdî beşa zanyarî de rêjeya ji sedî 99.92. Rewad Delî di refa 9`an de rêjeya ji sedî 99.93 bi dest xist. Hela Hafiz Silêman di refa 12 a metaryala erebî beşa zanyarî de rêjeya ji sedî 94.35, Henan Silêman El-Hemîd di refa 9 a metaryala erebî de bi rêjeya ji sedî 98.21 bi dest xist. 

Di dawiya şahiyê de xelat li 17 xwendekarên serkeftî hatin belavkirin di nav de 6 di refa 9 de û 11 di refa 12 de ne.

Li herêma Cizîrê, pergala xwendinê li gorî rêgezên neteweya demokratîk û zimanên pêkhateyên herêmê, ava dibe.

(şx)

ANHA