​​​​​​​Li Kampa Holê êrişî navendên du rêxistinan hatin kirin

Hate ragihandin ku zarokên DAIŞ'î yên li Kampa Holê êriş birin ser avahiyên rêxistina NRC û Blumond ên li kampê kar dikin û camên pencereyan şikandin û dizîn.

​​​​​​​Li Kampa Holê êrişî navendên du rêxistinan hatin kirin
5 tîrmeh, 2022   14:35
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ewlehiyê yên kampê dane ANHA'yê, ev êriş piştî ku Rêxistina NRC hemû karmendên ji niştecihên kampê ji kar derxistin pêk hat.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku ev kes wekî mamoste û gardiyanan navendan li kampê kar dikir û bi gumana ku têkiliyên wan bi DAIŞ'ê re hene, ji kar hatin dûrixstin û li şûna wan karmendên ji derveyî kampê hatin bicihkirin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku Rêxistina Blumont a fransî jî gardiyanê xwe yê yekane yê ji niştecihên kampê ji kar derxist . Rêxistinê ji rêveberiya kampê xwest ku karmendên ji niştecihên kampê werin guhertin ku gelek caran bi hinceta "zekatê" fonên karmendan ji wan distînin.

(bb)

ANHA