​​​​​​​'Şerê gel ê şoreşgerî misogeriya parastinê ye'

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker girêdana xwe ya bi xakê ve nîşan da û diyar kir ku tevgera li gorî şer ê gel ê şoreşgerî misogeriya parastinê ye.

​​​​​​​'Şerê gel ê şoreşgerî misogeriya parastinê ye'
4 tîrmeh, 2022   03:29
HESEKÊ

Ruxmî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê agirbest hatiye ragihandin, lê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê didomîne û gefên dagirkirina herêmên nû dixwe.

Şêniyên kantona Hesekê anî ziman ku armanc ji gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ew e ku niştecihan bide koçberkirin, ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibe û dagir bike.

Ekrem Biro ji navçeya Dirbêsiyê ye diyar kir ku ew ê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, xaka xwe biparêzin û got: "Em herêmên xwe ji dagirekran re nahêlin, em ê heta mirinê li ber xwe bidin."

Biro li dijî hêzên dagirker îşaret bi girîngiya pêkanîna rêgeza şerê gel ê şoreşgerî kir û got: "Divê her kes ji xwe dest pê bike. Ez û malbata xwe amade ne bi hemû rêbazan parastina xaka xwe bikin. Êdî bila Erdogan zanibe ku gefên wê vala ne û em ji malên xwe dernakevin. Ev gef armanc dike ewlehî û îstiqrara herêmên me têk bibe."

Ji heman navçeyê Ehmed Mistefa da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e herêmên din dagir û parçe bike û wiha axivî: "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin."

Mistefa anî ziman ku ew dixwazin bi awayekî aştiyane li ser xaka xwe bijîn, lê dewleta Tirk  hewl dide xewên xwe yên Osmanî zindî bike û got: "Em ê rê nedin ev yek pêk were."

Ji koçberên herêma Serêkaniyê ya dagirkirî ku li Dirbêsiyê dimîne Ehmed Seydo axivî û got: "Tirkiye em ji herêmên me koçber kirin, xak û milkên me jî desteser kirin, ev jî sibat dike ku ji serdema bapîrên xwe dewleteke qetilkirin û wêrankirinê pêk tîne û welatiyan ji bajarên wan derbider dike."

Seydo got: "Ruxmî ku xaka me hatiye dagirkirin, hêviya me ya vegerê heye, em xwarê ji dagirekran re nahêlin."

'DEWLETA TIRK A DAGIRKER DERVEYÊ WÊRANKIRINÊ TU TIŞTÎ PÊK NAYNE'

Welatiyê bi navê Ehmed Hec Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî herêmên û gefên domdar, dixwaze li herêmê berjewendiyên xwe pêk bîne û xaka Sûriyê dagir bike. Her wiha bi hinceta avakirina "herêma ewle" xewnên xwe yên Osmaniya nû zindî bike.

Hec Îbrahîm got dewleta Tirk a dagirker ji derveyî guhartina demografî û topbaranê, wêrankirin û hedefgirtina gelê Sûriyê, tu tiştî bi xwe re nayne.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Emîn Elîko da zanîn ku tevgera li gorî şerê gel ê şoreşgerî û derfetên xweser û bikaranîna wan li gorî mercên pêwîst  garantiya parastinê ye.

Emîn Elîko anî ziman ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemwextî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî wê, girîngiya têgeha şerê gel ê şoreşgerî dizane.

Elîko got, divê hemû beşên civakê şerê gel ê şoreşgerî pêk bîne û li gorî wê li dijî hemû astengiyên di warên civakî de û êrişên li ser herêmê bisekine.

Elîko bi domdarî got: "Divê her kes berpirsyariyên xwe bi cih bîne, kesên ku bikaribin çek rakin werin birêxistinkirin û perwerdekirin. Divê ragihandin, rewşenbîr û siyasetmedar balê bikişînin ser şerê taybet, siyasî û çekdarî ku li ser herêmê têne kirin û rastiya jiyana azad û birûmet nas bikin."

Siyasetmedar Bekir Hec Îsa têkildarî pêkanîna vê têgehê got: "Divê her kes li gorî derfetên xwe parastina xakê û mal û milkên xwe bike û ji dijmin re nehêle."

Îsa da zanîn ku ji bo pêkanîna vê têgehê hewcedarî bi kar û xebatê heye da ku li herêmê îstiqrar mîsoger bibe û civakeke azad û demokratîk ava bibe.

(eh)

ANHA