​​​​​​​Li Wanê leşkerên Tirk êrişî  penaberan kir-HATE NÛKIRIN

Li navçeya Serayê ya Wanê leşkerên Tirk û cerdevanan wesayîta penaberan gulebaran kir û di encama gulebaranê de herî kêm penaberekê jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​Li Wanê leşkerên Tirk êrişî  penaberan kir-HATE NÛKIRIN
3 tîrmeh, 2022   18:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANF'ê,  li gundê Karahîsarê yê navçeya Serayê ya Wanê leşkerên Tirk û cerdevanan wesayîta penaberan gulebaran kir û di encama gulebaranê de herî kêm penaberek hatiye qetilkirin û 9 penaber jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên gundiyan, di encama gulebaranê de 3 penaber hatine qetilkirin.