Şaredariyên Gel xebatên xizmetguzariyê li herêmê didomînin

Şarederiyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyên xwe yên xizmetguzariyê didomînin, jê yên herî girîng qîrkirina rêyan, avakirina parkan û çareserkirina pirsgirêkên kanalîzasyonê. Li Qamişlo û Hesekê jî projeya ronîkirinê didomin.

Şaredariyên Gel xebatên xizmetguzariyê li herêmê didomînin
Şaredariyên Gel xebatên xizmetguzariyê li herêmê didomînin
Şaredariyên Gel xebatên xizmetguzariyê li herêmê didomînin
Şaredariyên Gel xebatên xizmetguzariyê li herêmê didomînin
Şaredariyên Gel xebatên xizmetguzariyê li herêmê didomînin
Şaredariyên Gel xebatên xizmetguzariyê li herêmê didomînin
Şaredariyên Gel xebatên xizmetguzariyê li herêmê didomînin
4 tîrmeh, 2022   05:58
HESEKÊ

Li gorî Nivîsgeha Teknîkî ya Şaredariya Gel a Şedadê, şaredariyê gelek projeyên ximzetguzarî yên di plansaziya çaryeka duyemîn a sala 2022`yan de pêk anîne, jê restorekirina pira Fedxemî ya di navbera navçeyên Deşîşe û Şedadê de bi lêçûna 35 hezar dolaran, da ku tevgera welatiyan hêsan bibe.

Sererastkirina tora kanalîzasyonê li bajarên Mergede û navçeya Şedadê bi lêçûna 70 hezar dolarî, avakirina parkekê li Mergde bi lêçûna 4 hezar dolarî, avakirina çerxeriyekê li bajarokê 47 bi lêçûna 3 hezar û 500 dolarî, pêkanîna projeyên taybet ên Nivîsgeha Jinan bi lêçûna 15 hezar dolarî.

Endamê rêveber ê Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a Şedadê Emîn Bîlal got: “Heta niha ji sedî 70 ji projeyan hatiye temamkirin. Ji bo temamkirina rêjeya mayî, kar û xebat berdewam in.”

HERÊMA FIRATÊ

Li Herêma Firatê şaredariyên gel di 25`ê Gulanê de dest bi pêkanîna projeyên xizmetguzarî yên çaryeka duyemîn a salê, kir. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 milyon û 500 hezar dolar budce jê re veqetand. 

Li kantona Kobanê, şaredariyên gel dest bi qîrkirina rêyan kir. Komîteya Şaredariyan a Herêma Firatê ji her şaredariyekê re 4 heta 5 kîlometre rê veqetandin da ku zift bikin.

Şaredariyên gel gelek xebatên din mîna rastkirina rêyan bi kevrê şikandî bi dirêjahiya 25 kîlometreyan pêk anîn. Şaredariyên Şêran û Til Xezal jî, gelek rêyên xirabûyî  sererast kirin.

Şaredariya Gel a Sirînê jî, toreya kanalîzasyonê bi dirêjahiya hezar û 200 metre dirêj kir. Li Kobanê jî, şaredariyê 2 hezar û 500 metre toreya kanalîzasyonê li taxa Botan Rojhilat dirêj kir. Wê di demeke nêz de, vê projeyê li taxa Şehîd Xebat bi dirêjahiya 3 hezar metre pêk bîne.

Gerînendetiya Hawîrdorê ya Komîteya Şaredariyan, amadekariyan dike ku rêyek di nav daristana Kobanê de veke, bi kevir dûz bike, ronî bike da ku wê bike seyrangeh.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Herêma Firatê Hecî Ehmed teqez kir ku kar û xebatên şaredariyê bê navber didomîne û plan dikin ku projeyên xizmetguzarî beriya Mijdarê pêk bînin.

Tê bibîrxistin ku li herêma Firatê 15 şaredarî hene jê 11 girêdayî kantona Kobanê û 4 jî girêdayî navçeya Eyn Îsayê ne.

MINBIC

Li Minbic û gundewarê wê, Şaredariya Gel dest bi sererastkirina rêya Heye, Um Edese, rêya Hemam Sexîr û El-Xerfan, rêya Heye Kebîr a di navbera Mezraya Kirêsî û rêya Şenaa, Ernebiye û Cib Ebyed-El-Mixeyerat, rêya gundê Elewat-El-Hisan kir.

Cîgirê hevserokatiya Komîteya Şaredariyan a Minbic û gundewarê wê, Sacî Ebidukafî ji ajansa me re axivî û got: “Ji bo pêkanîna projeyan di bajêr de, Nivîsgeha Nirxandinan a Komîteya Şaredariyan û Nivîsgeha Plankirinê ya Meclisa Rêveber belgeyên pêwîst hazir kirin. Beriya mehekê hatin erêkirin, niha me dest pê kirine.”

Ebdulkafî wiha domand: “Ji Nîsanê ve me proje li gundewaran pêk anî. Şaredarî û meclisan bi erêkirina şêniyan pêşniyar kiribû ku rê bên vekirin û bên dûzkirin. Êdî hindek maye ev proje bi dawî bibin.”

Ebdulkafî anî ziman ku ew amadekariya pêkanîna 55 projeyan dikin ku dê li ser du qonaxan be; ya yekemîn dê 30 proje û ya duyemîn dê 25 proje pêk werin da ku zexta li ser Nivîsgeha Nirxandinan a Şaredariya Gel sivik bibe.

Ji bo qîrkirina rêya li navenda bajêr 11 hezar metrekab qîr û ji bo gundewar 10 hezar qîr hatiye veqetandin.

PROJEYA RONÎKIRINÊ LI QAMIŞLO Û HESEKÊ

Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya herêma Cizîrê xebatên ronîkirina kolanên sereke li bajarên Qamişlo û Hesekê didomîne ku di 15`ê Gulanê de dest pê kiribûn.

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb got: “Bi koordîneya Desteya Hundirîn û Nivîsgeha Enerjî ya herêma Cizîrê, me di 15`ê Gulanê de dest bi projeya ronîkirina kolanên sereke yên Qamişlo û Hesekê kir. Xebat dê di 15`ê Tîrmehê de bidawî bibe.”

Ereb wiha domand: “Li Qamişlo, aliyê rojhilatê çerxerêya Şehîdên Entersyonalîst heta çerxerêya taxa Alaya tê ronîkirin. Em hewl didin vê xebatê heta gundê Nîmetlî pêk bînin. Li aliyê rojavayê bajêr jî, ji çerxerêya Osman Sabrî heta benda kontrolê ya Sumeye li taxa Hîlaliye tê ronîkirin.”

Li Hesekê, rêya ji çerxerêya Panorama heta pira Xiwêran û ji çerxerêya Cûdî heta çerxerêya Kelase hate ronîkirin.

Ereb destnîşan kir ku armanca projeyê, hêsankirina tevgera welatiyan bi şev û peydakirina ewlehiyê ye.

Silêman Ereb bi bîr xist ku lêçûna projeyê heta niha gihaşt 420 hezar dolarî, her wiha diyar kir ku lêçûna projeyê li rojavayê Qamişlo pirtir e ji ber tê de stun tune ne û tu carî mîna vê projeyê li wê herêmê pêk nehatiye.

Silêman Ereb balkişand ser jêdera enrejiyê ya projeyê û got: “Ronîkirin dê bi rêya torên kehrebeyê yên îstîsna be ku kehrebeyê bi awayekî domdar peyda dikin.”

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb destnîşan kir ku ew hewl didin projeya xwe fireh bikin û budceyeke din jê re veqetînin da ku rêyên din ên bajêr bên ronîkirin.

(şx)

ANHA