​​​​​​​Serdozgeriyê der barê kongreya HDP'ê de lêpirsîn da destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê kongreya HDP'ê de bi îdiaya "propaganda rêxistinê" lêpirsîn da destpêkirin.

​​​​​​​Serdozgeriyê der barê kongreya HDP'ê de lêpirsîn da destpêkirin
3 tîrmeh, 2022   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Enqereyê Kongreya Asayî ya 5'emîn bi dirûşma "Çareserî em in, serkeftin ya me ye" li dar xist. Ji çar aliyên Tirkiyeyê û ji gelek deverên dinyayê girseyek qelebalix tev li kongreyê bû û bi kelecan hat lidarxistin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi bayê bezê bi îdiaya "propaganda rêxistinê hatiye kirin" der barê kongreya HDP'ê de lêpirsîn da destpêkirin.