​​​​​​​Li Qamişlo bi hezaran cenazeyê 3 şehîdan spartin axê

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê 3 şehîdan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

​​​​​​​Li Qamişlo bi hezaran cenazeyê 3 şehîdan spartin axê
​​​​​​​Li Qamişlo bi hezaran cenazeyê 3 şehîdan spartin axê
​​​​​​​Li Qamişlo bi hezaran cenazeyê 3 şehîdan spartin axê
​​​​​​​Li Qamişlo bi hezaran cenazeyê 3 şehîdan spartin axê
​​​​​​​Li Qamişlo bi hezaran cenazeyê 3 şehîdan spartin axê
​​​​​​​Li Qamişlo bi hezaran cenazeyê 3 şehîdan spartin axê
​​​​​​​Li Qamişlo bi hezaran cenazeyê 3 şehîdan spartin axê
​​​​​​​Li Qamişlo bi hezaran cenazeyê 3 şehîdan spartin axê
​​​​​​​Li Qamişlo bi hezaran cenazeyê 3 şehîdan spartin axê
3 tîrmeh, 2022   18:44
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo, nûnerên partiyên siyasî, Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl, endamên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Heyva Sor a Kurd bi merasîmekê cenazeyên şervanê YPG`ê Îkan Koç (Rûbar Erzincan), Mihemed Teşkîn (Zekî Pirsûs) û şervanê QSD`ê Ebdurezaq Kamirî (Rênas Oremarê) li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veşartin.

/ar/uploads/files/2022/07/03/184815_1-28529.webp

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer wiha axivî: "Şehîd ên ku jiyanê jinûve ava bikin. Em jiyana bi rûmet û azadî bi saya wan didomînin."

Hesen Koçer bal kişand ser gefên dewleta Tirk a dagirker û wiha domand: "Armanc ji gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e gelên herêmê qir bike. Dewleta Tirk biratiya gelan qebûl nake. Êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Bi rêya gefên dixwaze biratiya gelan qir bike. Ji ber wê jî em careke din dibêjin ku Kurd ne kurdên berê ne. Gelên bakurê Sûriyê hevgirtî ne û em ê derfetê nedin gef û êrişên dewleta Tirk ku îradeya me tune bike."

Koçer bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku şopdarên rêya neteweya demokratîk bin  û got: "Em bi hev re li dijî dijminên xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin."

Hesen Koçer di dawiyê de got: "Gelê ku şehîdan dide xwediyê rûmetê ne. Şehîd Zekî bi berxwedan û îrade aliyê tenduristiyê pêş xist. Em sersaxiyê ji hemû xebatkarên tenduristiyê û malbata şehîd Zekî re diwazin. Em hemû dizanin ku em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Roj bi roj em şehîdan didin. Ev jî îsbat dike ku têkoşîn û xebata me didome."

Rûbar Erzincan 23`ê Hezîranê dema erka xwe li bajarê Hesekê pêk dianî şehîd bû. Zekî Pirsûs jî di 28`ê Hezîranê de dema erka xwe li bajarê Qamişlo pêk tanî şehîd bû. Rênas Oremarî di 2`ê Tîrmehê de li bajarê Hesekê şehîd bû.

Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zevîn Şêxmûs ve hatin xwendin.

Cenazeyê şehîdan di nava dirûşmeyên ''şehîd namirin'' de spartin axê.

(bx)

ANHA