Ciwanên şoreşger civînek li Til Birakê li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan di çarçoveya pêngava " Li dijî dagirkerî û xiyanetê verin cenga azadiyê'' de, civînek li navçeya Til Birak li dar xist.

Ciwanên şoreşger civînek li Til Birakê li dar xist
3 tîrmeh, 2022   15:16
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan di çarçoveya pêngava bi diruşmeya "Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê" de civînek li navçeya Til Birak a girêdayî kantona Qamişlo li dar xist.

Bi dehan şêniyên navçeyê û ciwan beşdarî civînê bûn ku li hola meclisa navçeyê hate lidaxistin.

Di civînê de endamê Koordînasyona Giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriy Tolhildan Zerdeşt wiha axivî: "Em di şerê cîhanê yê sêyemîn de ne. Lê ev şer xeteke din digre. Her kesê ku beşdar dibe armanca wê kuştin û hilweşandina gelên Rojhilata Navîn, xirakirina aramî û ewlehiya wê, talankirina xêrûbêrên welat û destwerdana karûbarên wê bi hemû rêbazan e."

Tolhildan wiha domand: "Mînaka wê jî dewleta Tirk e ku sûc li dijî mirovahiyê pêk tîne, êrişî herêmên ewle yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, xakê dagir dike û li beramberî çavên cîhanê welatiyan dikuje."

Tolhildan diyar kir ku ciwan bi rêya berxwedan û têkoşînê dê hemû planên qirkirinê ku li dijî gelan têne kirin têk bibe û wiha pêde çû: "Divê em zanebûnê belav bikin û li hember tişta ku li derdora me diqewime hişyar bin. Em dikarin rêya xwe dewam bikin û parastina mafên xwe yên rewa bikin."

Tolhildan diyar kir ku her kesek berpirse ku destê xwe bidin hev, xaka xwe rizgar bikin û azadiya xwe bidest bixin.

Ji rêveberên Desteya Ciwan û Werzîşê Nesrîn Hesen got: "Armanc ji lidarxistina civînê nirxandina rewşa herêmê, rewşa rêber Ocalan, naskirina ciwanan ji rol û girîngiya wan di civakê de, erk û mafên wan li hember civakê û rêbertî çi ne."

Nesrîn Hesen destnîşan kir ku civînên wan dewam dikin û dê çalakiyan lidar bixin heta armancên xwe pêk bînin.

ANHA