Mîhrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê bi dawî bû

Mîhrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê ya li Tebqayê bi vekirina pêşangekeke kardestiyên zarokan bi dawî bû.

Mîhrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê bi dawî bû
Mîhrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê bi dawî bû
Mîhrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê bi dawî bû
Mîhrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê bi dawî bû
Mîhrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê bi dawî bû
Mîhrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê bi dawî bû
3 tîrmeh, 2022   13:38
TEBQA

Di roja dawîn a mîhrîcanê de, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa, endamên saziyên sivîl, leşkerî û bi dehan şênî beşdar bûn.

Pêşangeha berhemên zarokan ji aliyê zarokê bi navê Mihemed El-Nasir ve hate vekirin.

Li rex pêşangehê, Koma Zarokên Firatê, Rewda El-Emel a Tebqayê berhemên hunerî û stranên têkildarî kultura herêmê pêşkêş kirin.

Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê Roşîn Mihemed axivî û xebatên Komîteya Amadekar a mîhrîcanê silav kir û got: “Komîte dê hewl bide zarokan fêr bikin û destekê bidin behreyên wan.”

Roşîn Mihemed anî ziman ku Mîhrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê, kevneşopî û kultura herêmê rave kir û hewl dide behreyên zarokan bi pêş bixe ku ji ber şerên li herêmê gelek azar kişandin.

Di dawiya mîhrîcanê de, Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê zarokên beşdarî mîhrîcanê bûne, xelat kirin.

Hêjeyî bi bîr xistinê ye ku Mîhrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê 4 rojan berdewam kir û îro bi dawî bû.

(şx)

ANHA