Ji bo zarokên şehîdan dewreyên fêrkirina zimanan hatin vekirin

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê dewreyên fêrkirina zimanan ji zarokên şehîdan re vekir.

Ji bo zarokên şehîdan dewreyên fêrkirina zimanan hatin vekirin
Ji bo zarokên şehîdan dewreyên fêrkirina zimanan hatin vekirin
Ji bo zarokên şehîdan dewreyên fêrkirina zimanan hatin vekirin
Ji bo zarokên şehîdan dewreyên fêrkirina zimanan hatin vekirin
3 tîrmeh, 2022   13:34
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbepsiyê ya kantona Qamişlo bi hevkariya Yekitiya Mamosteyan dewreyên fêrkirina zimanên erebî, kurdî û îngilîzî ji zarokên şehîdan vekir. Dewreya perwerdeyê dê mehekê dewam bike.

Nêzî 50 zarokên şehîdan di temenên navbera 5 heta 15 salî de tev li dewreyê bûn ku li Dibistana Şehîd Cahîde Ronak hate vekirin. Di dewreyê de dersên zimanên kurdî, erebî û ingilîzî ji aliyê mamosteyên pispor ve tên dayîn. Rojê 3 xelek hene ji saet 08:00`an heta 11:00`an didome.

/ar/uploads/files/2022/07/03/130403_dsc_0660.webp

Ji rêveberên Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Fehîma Silêman anî ziman ku Meclisa Jinan ji bo wefedariya bi şehîdan re xwest di betlaneya demsala havînê de dewreyên perwerdeyê ji zarokên şehîdan re veke.

Fehîma Silêman destnîşan kir ku Meclisa Jinan amade ye ku hemû cûreyên destekdayînê pêşkêşî zarokan şehîdan bike û got: ''Her çiqas em destekê bidin malbat û zarokên şehîdan dê li hember berdêlên mezin ku ji bo parastina herêmê, têkbirina terorê û belavkirina aramî û ewlehiyê kêm be.''

Fehîma Silêman anî ziman ku ew bi hevkariya Navenda Hêzil a Çand û Huner amadekariyên vekirina dewreyên mûzîkê ji zarokên şehîdan re dikin.

(bx)

ANHA