Yekitiya Giştî ya Cotkaran jî banga ferzkirina qedexeya hewayî li herêmê kir

Yekitiya Giştî ya Cotkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê banga girtina qada hewayî ya herêmê kir, da ku rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk a dagirker bê girtin.

Yekitiya Giştî ya Cotkaran jî banga ferzkirina qedexeya hewayî li herêmê kir
3 tîrmeh, 2022   12:28
HESEKÊ

Yekitiya Giştî ya Cotkaran û Sewalkariyê tev li banga partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji NY`yê û Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ`ê re bûn ku qada hewayî ya herêmê li pêşiya balafirên dewleta Tirk a dagirker bigirin.

Partî û hêzên siyasî di 28`ê Hezîrana derbasbûyî de ew bang kiribûn, îro jî nameyek radestî Navenda NY`yê ya li bajarê Qamişlo kirin.

Endamê rêveber ê Yekitiya Giştî ya Cotkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Hemîd bi beşdariya endamên yekitiyê, cotkar û sewalvanan li pêşiya Navenda Yekitiyê ya li Hesekê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev yek hate destnîşankirin: "Bi navê Yekitiya Giştî ya Cotkaran û Sewalkariyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku yek ji saziyên civaka sivîl in, em tev li daxuyaniya partî û hêzên siyasî dibin ku bang li hêzên navneteweyî, herêmî, Konseya Ewlehiyê ya NY`yê kirin ku qada hewayî ya herêmê bigirin.

Em kiryarên dewleta Tirk ên hovane ku ewlehiya herêmê têk dibe û di demekê de ku herêm û niştecihên wê di rewşeke dijwar re derbas dibin û ambargoyeke siyasî û aborî heye, nahêle cotkar bi kar û xebata çandinê rabin, şermezar dikin.”

Di dewama daxuyaniyê de bang li saziyên civaka sivîl ên cîhanê hat kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker eşkere bikin û zextê li hikumetên welatên xwe bikin ku bi çavdêriya navneteweyî çareseriyeke bi lez bibîne, ji ber ku niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êriş û gefên domdar re rû bi rû ye.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Li hemberî van gef û êrişan wekî saziyeke civaka sivîl em ê xaka xwe terk nekin û berdêl çi dibe bila bibe, em ê parastina wê bikin û piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên aştîxwaz her tim bi beşdariya navneteweyî û li gorî qanûnên navneteweyî banga diyalogan dike.

Em soz didin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku em ê li ber xwe bidin û destekê bidin QSD`ê û parastina xakê ji êrişên dewleta Tirk bikin. Her wiha li ser bingeha fikr û felsefeya rêber Ocalan û projeya wî ya neteweya demokratîk xwe bi rêxistin bikin."

(eh)

ANHA