Sergey Shoigu: Luhansk bi temamî di bin serweriya me de ye

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn agahdar kir ku xaka Luhansk bi temamî hatiye kontrolkirin.

Sergey Shoigu: Luhansk bi temamî di bin serweriya me de ye
3 tîrmeh, 2022   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora Rûsya Today, di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de wiha hate gotin gotin: “Wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu, fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Fedrasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn agahdar kir ku komara Luhansk hate rizgarkirin.”

Wezaretê ragihandibû ku hêzên wan bajarê Lysichansk ê komara Luhanskê dorpêç kir û di hundirê bajêr de şer rûdide.

Luhansk û Donetsk her kantonên li kêleka hev girêdayî Donbass in û ji Biharê de dema ku Rûsya ji bakurê Ukrayna û Kîêvê vekişiya, Rûsyayê êrişên xwe li dijî Donbass zêdetir kirin.

Her wiha ji 2014’an de "cudaxwazên alîgirên Rûsyayê" dest danîne ser parçeyên her du kantonên rojhilat (Luhansk û Donetsk) û Moskove wan her duyan wekî komareke xwedî serwerî nas dike.

(fr)