Li Siwêdayê çekdarên nenas leşkerekî hikumeta Şamê kuşt

Çekdarên nenas li Siwêdayê êrişî bendeke hêzên hikumeta Şamê kir, di encamê de endamekî hêzên hikumetê hate kuştin û 3 kes jî hatin revandin.

Li Siwêdayê çekdarên nenas leşkerekî hikumeta Şamê kuşt
3 tîrmeh, 2022   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navedana Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku komeke herêmî ji şêniyên parêzgeha Siwêda ya başûrê Sûriyê êrişî bendeke hêzên hikumeta Şamê kir, di encamê de endamekî hêzên hikumetê hate kuştin û 3 endamên din hatin revandin. Lê piştre koma herêm endamên hêzên hikumeta Şamê radestî şaxê "Ewlekariya Leşkerî" ya hikumeta Şamê kirin. Cenazeyê wî endamî jî rakirina nexweşxaneya Siwêda ya Wetenî. Lê heta niha sedemên êrişê nayên zanîn.

29`ê Hezîrana derbasbûyî SOHR`ê daxuyandibû ku 3 cenazeyên şêniyên parêzgeha Siwêda gihaştin nexweşxaneya Siwêda ya Wetenî. Li ser cenazeyan cihên îşkenceyê û guleyan li ser laşên wan xuya dikirin. Ew cenaze li ser rêya Şam-Siwêda li nêzî gundê Merdek hatin dîtin.

(eh)