Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 2 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kesên din bi Koronayê ketin
3 tîrmeh, 2022   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku jin û mêrekî ji Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa Koronayê ketin.

Lê tu rewşên başbûn an jî mirina bi vîrusê nehatine tomarkirin.

Bi wê re hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 38 hezar û 584 e, hezar û 578 mirin û 2 hezar û 565 baş bûn.

(fr)