Li ser sedemên xwekuştin û tundiya li dijî jinan projeya fikrî ya mêran

Komîteya Jineolojî ya Helebê li ser projeya bi diruşma "Guhartina kesayetê ber bi civakeke azad ve" bi rêxistin dike ku edemên giştî yên li pey sûcên qetilkirin û xwekuştinê nas bike. Di projeyê de werşeyên diyalogê ji mêran re li ser bingeha lêkolîna tecrûbeyî hene.

Li ser sedemên xwekuştin û tundiya li dijî jinan projeya fikrî ya mêran
3 tîrmeh, 2022   08:42
HELEB – MIHEMED EBDO

Komîteya Lêkolînan a Navenda Jineolojî ya Helebê  rêbazek ji bo rêxistina werşeyên diyalgoê taybet bi mêran re pêk tîne, da ku di wan werşeyan de sedemên belavbûna tundiya li dijî jinan û rewşên xwekuştinê çi jin çi mêr dibe nîqaş û lêkolîn bike.

Însiyatîf wek hemleyekê bi diruşma "Guhertina kesayetî ber bi civakeke azad ve" di 27`ê Hezîrana borî de dest pê kir. Hemle ji şaredariya gel a bajarê Helebê dest pê kir û weke merheleya destpêkê hem saziyên sivîl xiste bernameya xwe ya xebatê.

Têkildarî sedemên destpêkirina hemleyê endama Komîteya Jineolojî ya Helebê Rojiyan Hisên ji ANHA`yê re behsa pirsgirêkên civakê di aliyê sosyolojiya de kir, mîna xwekuştin, xurtkirina rola mêran di avakirina malbatê de ku baweriya wan bi pîvana jiyana hevbeş tê.

GIRÎNGÎ JI ZANISTA SOSYOLOJIYÊ RE WERE DAYÎN

Rojiyan Hisên wiha got: "Em bersivên pirsên rojane di nava civakê de derdikevin, dixwazin bizanibin. Mînak gelo mêr tevgerên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke çavkaniya girêdan û lêvegera hemû pirsgirêk û çareserkirina wan, dibînin?. Ji ber wê jî me dest bi projeya li ser bingeha xweguhartin an jî guhartina kesayetê ku bigihînin civakeke azad kir. Ev hemle taybet bi mêran e, Ji ber pirsgirêkên me li jorê nîqaş kirine, bi awayekî dorveger di nava jinan de tên nîqaşkirin. Lê mêr ji ber zextên rejîman azaran dikişînin û girîngiyê nadin van mijarên sosyolojiyê."

Li gorî Rojiyan ku di qonaxa yekemîn ji hemleyê dê hemû saziyên sivîl ji komîn heta partiyên siyasî, tevgerên li bajarê Helebê û hemû beşên civakê dê bike hedef.

Rojiyan destnîşan kir ku derfeteke mezin dan xebatkarên şaredariya gel ji ber ew bi her tiştî re danûstandinê dikin û ev jî bandorê li xwezaya danûstandin û fikrên wan dike.

Rojiyan Hisên di dawiyê de teqez kir ku armanca sereke ji hemleyê ew e ku bi rêya komkirina nêrînan û pêşkêşkirina tiştên herî baş ji civakê re çareseriyekê bibînin, ew jî bi rêya nîqaşên li ser  têgînên bingehîn ji civakê re û danesînên şaş ku dikevin nava urfûadatên paşketî pêk tê.

NÎQAŞÊN GIRÎNG

Li gorî şopandina 2 rojên hemleyê ji hêla ANHA`yê ve, piranî nîqaş li ser bingehên têgehên rasteqîn ji azadiya her du zayendaran re, dûrî madiyetê mîna xwarin û vexwarinê, bûn. Ji wê zêdetir jî nîqaş li azadiya ku di nava civakan de rêjeyeke ne mutleq e û li gorî dem û cih tê guhartin hat nîqaşkirin.

Her wiha di hemleyê de hate gotin ku girîngtirîn sedemên pirsgirêkên hatin pêşkêşkirin, ew e ku ji salan ve pirsgirêkên asê mane nehatine çareserkirin, mîna zewaca temenbiçûk, nebûna lihevkirinê û krîza aborî. 

Li kêlek wê jî hate diyarkirin ku kêmbûna zanînê li hember pêşketina teknolojiyê bi taybet enternetê hişt ku pirsgirêkên teqlîdkirina civaka kapîtalîstê derkevin.

‛ÇARESERIYAN HERÎ GUNCAW..LIHEVKIRIN Û RIZGARIYA JI FIKÊN PAŞKETÎ YE’

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê komîteya kirDi nava nêrînên hatin gotin, danûstandina bi pirsgirêkan re li ser esasê çareseriyan ji aliyê Menan Ebdî ku rêveberê komîteya hevpeymanên xaniyan Menan Ebdî û ew jî yek ji kesên di nava wereya xebatê de ye wiha got: "Armanca sereke ji ferzkirina siyasetên piralî ji hêla rejîman ve li dijî mêran ew e ku mêr ji mirovatî û fikrê were tecrîdkirin ku bi hêsanî were kolekirin."

Ebdî wiha domand: "Çareserkirina vê dozê ew e ku destekê bidin mêran, mêr li ser rizgarkirina ji fikrê otorîter û desthilatî ku dagirkeriya Osmanî li herêmê belav kirye, bi rêya perwerdeyên îdeolojî, werin motîvekirin."

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê komîteya belavkirina gazê Mihemed Cewdet da zanîn ku danasîna rast ji maf û erkan re bi rêya xwezanakirina ji jêderên rast tê. Bi wê re jî dê pêşî li gelek rewşên berdanê ku êdî pendemiyeke gefan li civakê dixwe, bigire.

Cewdet destnîşan kir ku têgihîştin û lihevkirina di danûstandina bi pirsgirêkên gefan li malbatê dixwin re çareya herî guncaw a dûrî ketina nava tawanên dualî ye ku nakokiyê gur dikin.

Projeya Komîteya Jineolojiyê li Helebê, ji bo şopandina hemû beşên civakê xebatê berdewam bike û wê li dawiyê lêkolînekê li ser pirsgirêkên civakî û dîtina çareyên guncaw çêke.

ANHA