Dagirkeriya Tirk baregeheke hêzên hikumeta Şamê bombe kir: 2 leşker birîndar bûn

Balafireke bêmirov a xwekuj a dagirkeriya Tirk baregeheke hêzên hikumeta Şamê li navçeya Til Rifetê bombe kir. Hate ragihandin ku 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne.

Dagirkeriya Tirk baregeheke hêzên hikumeta Şamê bombe kir: 2 leşker birîndar bûn
3 tîrmeh, 2022   08:07
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker li navenda navçeya Til Rifetê careke din bi balafireke bêmirov a xwekuj baregeheke hêzên hikumeta Şamê, bombebaran kiriye.

Li gorî agahiyan, di encama êrişê de heta niha 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne.

Her wiha ziyanên madî çêbûne.

Vê sibehê jî balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker navenda navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bombebaran kiribû.

(cx)

ANHA