Sûcên revandinê li Efrîna dagirkirî dewam dikin

Çavkaniyan ji kantona Efrîn a dagirkirî ragihand ku çeteyên Sultan Murad ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker welatiyek ji şêniyên gundê Keferdelê yê jêrîn ê navçeya Cindirêdê revand.

Sûcên revandinê li Efrîna dagirkirî dewam dikin
3 tîrmeh, 2022   07:55
ŞEHBA

Çavkaniyan ji ajansa me re diyar kir ku çeteyên “Sultan Murad” ku yekser bi fermana dewleta Tirk a dagirker tevdigere, welatiyê bi navê Ebdurehmen Omer Hesen (45) ji şêniyên gundê Keferdelê yê jêrîn revand.

Li gorî heman çavkaniyan, çeteyan girtiye ser mala Ebdurehmen a li taxa Eşrefiyê ya li navenda bajarê Efrînê û ew ber bi ciheke ne diyar ve biriye û heta niha aqûbeta wî nayê zanîn.

Hêjayî gotinê ye ku Ebdurehmen di lêkirina avahiyan de kar dike, zewicî ye û bavê 5 zarokan e.

(dm)

ANHA