​​​​​​​Artêşa dagirker 4 gundên Minbicê dane ber topan

Artêşa Tirk a dagirker gelek gundên li bakur rojavayê bajarê Minbicê topbaran dike.

​​​​​​​Artêşa dagirker 4 gundên Minbicê dane ber topan
3 tîrmeh, 2022   06:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Um Edse, Um Cilûd, Seyade û Bak Wêran ên bakur rojavayê Minbicê bi top û hawanan topbaran dikin.

Li gorî agahiyan, topbaran didome û heta vê gave 15 top li herêmê ketine.

Tê zanîn ku ev gund bi sivîlan dagirtî ne.

Hêjayî gotinê ye ku topbarana li ser gundên Minbicê hemwextî bombekirina navenda bajarê Til Rifet ê kantona Şehbayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêk tê.

(cx)